Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê ji bo kongreyê bang kir

  • 14:38 26 Cotmeh 2018
  • Rojane
WAN - Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên Wanê, ji bo tevlîbûna Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya di 25’ê Mijdarê de li Amedê bê lidarxistin, bang kir.
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, di daxuyaniya da de,  banga tevlîbûna Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya di 25’ê Mijdarê de li Amedê bê lidarxistin kir. Civîna çapemeniyê li avahiya partiyê hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrta Serisaç û Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede tevlî civînê bûn. 
 
Di civîna hat lidarxistin de wiha hat gotin: “Di têkoşînê de hebûna ciwanan pir girîng e. Ji salên 68’an heya Geziyê û ji Geziyê jî heya Kobanê ger ciwan tunebûne, dê têkoşîn evqas mezin ne bûya. Di her qadên jiyanê de, ciwanên xwedî vîn, keyf xweş û biryardar hene.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan hat kirin û wiha hat gotin:" Em bang li hemû ciwanên Wanî dikin ku beşdarî Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya di 25’ê Mijdarê de li Amedê bê lidarxistin, bibin û em hemû ciwanan vedixwînin."