Mamosteyê destdirêjî kir ji peywirê nayê girtin
- 11:06 26 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Li gel ku nayê zanîn mamosteyê li dijî xwendekaran destdirêjî kir ji peywirê hatiye girtin an jî nehatiye girtin, xwendekarên ku xwestin mamoste ji peywirê bê girtin wiha gotin: "Guhertina cihê wî yê peywirê nayê wateya ku tacîkar e. Divê ku ji peywirê bê girtin û bê cezakirin."
Li Lîseya Kadriye Moroglu a li Stenbolê mamosteyê cografyayê S.D. yê ku destdirêjî li li xwendekarê kiribû ji aliyê heman xwendekarê ve hat gilîkirin û bi sûcdariya destdirêjiya li xwendekaran derbarê wî de doz hatibû vekirin. Mamoste bi caran ji aliyê xwendekaran ve hat şermezarkirin û herî dawî jî bi çalakiya ku li ber dibistanê hat lidarxistin hat xwestin ku mamoste S.D. yê ku destdirêjî kiriye ji peywirê bê girtin. Hin sîteyên nûçeyan piştî çalakiya xwendekaran diyar kirin ku mamoste ji peywirê hatiye dûrxistin, lê ji aliyê Muduriyeta Perwerdeya Millî ya Navçeya Kuçukçekmeceyê ve jî hat aşkerakirin ku cihê peywira mamoste hatiye guhertin. Li ser vê bertek zêde bûn hat xwestin ku mamoste ji peywirê bê girtin.
'Ji bo ku ji peywirê neyên girtin bûyerê vedişêrin'
Xwendekara ku ji tirsa wê ji dibstanê bê avêtin navê xwe neda diyar kir ku bûyerên destdirêjiyê li dibistanê her diqewimin û wiha berdewam kir: "Buyerên tacîzê her li dibistanê diqewimin. Lê ji ber ku kesekî piştgiriyê bide me tune ye em cesaret nakin ku bibêjin. Ji ber vê me biryar da ku em hêza xwe bikin yek. Jixwe dema ku me rewşa E. bihîst em bi hevalên xwe re axivîn. Me nîvro çalakiya şermezarkirinê li dar xist û ji ber vê rêveberiya dibistanê em bi cezayê dîsîplînê tehdît kirin. Gelek hevalên me ji dibistanê hatin dûrxistin û em hatin tehdîtkirin. Rêveberên girtîgehê ji bo ji peywirê neyên gitin ser bûyerê digirin û vedişêrin.
'Ev 3 sal e bûyer didomin'
Fatma Aydin a ku li taxa dibistan lê ye dijî jî diyar kir ku wê berî bi du salan bûyera destdirêjiyê bihîstiye û wiha got: "Mamosteyekî ji wê xwendekarê re peyam şandiye û ew vexwendiye malê. Ji ber vê jî li mamoste gilî hat kirin. Me dizanibû ku mamoste ji peywirê hatiye dûrxistin lê piştre aşkera bû ku nehatiye dûrxistin. Piştî ku xwendekaran bûyer di nav xwe de niqaş kir derket holê. Ev 3 sal e bûyer berdewam dikin lê rêvberiya dibistanê ser digire û vedişêre."
'Mamosteyan jî dizanibû lê bêdeng diman'
Hevala polî ya E. yê jî wiha got: "Carekê dema ku em di dersê debûn mamoste gazî E. yê kir lê ew neçû. Carek din jî hat wê demê jî mamosteyekî din di dersê de bû. Ji ber wê E. jî xwe mecbûr hîs kir ku biçe. Mamosteyê E. Tehdît kiriye. Dibe ku mamosteyên din jî dizanibûn lê bêdeng diman."
'Çima ji peywirê nayê girtin?'
Ji meclisên Zanîngehan Dîlara Gever jî wiha got: "Rêveberiya dibistanê rayedar agahdar kirin lê em agahdar nekirin. Em qebûl nakin ku ser vê destdirêjiyê bê girtin. Em dixwazin cezayê pêwist ji kesên vî sûcî dikin re bê dayîn. Em mamosteyê cografyayê S.D. çima ji peywirê nayê girtin.?