Li Geverê 2 gund di bin avê de man
- 11:04 26 Cotmeh 2018
- Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê, ji ber baran zêde ya sê rojan gelek axur û malên gundên Alekanan û Kadyan dibin avê de man. Ji ber talûkeya lehiyê her du gund hatin valekirin.
Ji ber baran zêde ya sê rojan dibare, gelek axur û malên gundên Alekanan û Kadyan ên 20 kîlomet dûrî navçeya Gevera Colemergê dibin avê de man. Ji ber talûkeya lehiyê her du gund jî hatin valekirin. Makîneyên kar ên Serkariya Şanatiya Geverê ya girêdyî Îdareya Taybet a Colemêrgê li gundê Kadyan dest bi xebatê kirin. Gundiyên neçar man ku gundê xwe terk bikin, bi wesayîtan anîn Geverê. Di heman demê de Çemê Çemîne ya dinava gundê Alekanan de diherîke, ji ber baranê bilind bû. Welatiyên gund ji ber bilind bûna avê neçar man ku malên xwe vale kirin û derbasî malên cihên bilind bûn. Hat diyar kirin ku ji ber karesata lehiyê zirarek madî ya mezin derketiye hol