Jina ku bi salan tundî ji mêr dît banga rêxistinê li jinan kir

  • 09:08 24 Cotmeh 2018
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Li welatên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi salane mêrên desthilatdar di warê aborî, fizikî û ramanê de her cûreyên tundiyê  li ser jinan pêk tînin. Jina bi navê O. A. ku Bi salane ji hevjîn û malbata wî tundî dît, Bang li hemû jinan kir ku li hemberî tundî û mêrê desthilatdar bibin yek hêz û xwe birêxistin bikin. 
 
Bi piranî li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi salan e ji ber zewaca di temenê biçûk de jin di warê  derûnî, fizîkî û aborî de  bi tundiya mêran re rû bi rû dimînin. Jina bi navê O.A. ya ku li taxa Kevenlî ya li Rêya Armûşê ya Wnaê dijî ku bi salan ji hevjînê xwe tundî dît bang li hemû jinan kir ku hemberî tundiyê hêza xwe xurt bikin. 
 
‘Bi salan li ser min tundî pêk anîn'
 
O.A.,   Di berdewamiya axiftina xwe de bi lêv kir ku  wê  bi salan li hemberî civaka desthilatdar û mêrê îşkenceker li ber xwe daye û wiha vegot:” Ez bi darê zorê di 15 saliya xwe de hatim zewicandin û di heman salê de ducanî mam. Niha 3 zarokên min hene. Bêyî ku ez zarokatiya xwe bijîm ez bûm xwedî zarok. Her dem kesê ku ez pê re hatim zewicandin li ser min tundî pêk dianî. Her cûreyên tundiyê li min hat kirin.  Her roj li min û zarokên min heqeret dihat kirin. Mêrê pê re hatibûm zewicandin  û malbata wî  bêbextî li min dikirin. Hevjînê min her roj bi hewîanînê gef li min dixwar. Ji ber tundiya li min dihat kirin ez nikaribûm derketama devê derî. Herî dawî jî ez ji malê derxistim derve. Piştî ku bi saetan ez li kolanê mam cîran xwedî li min derketin.  Pişt re ez vegeriyam malbata xwe. “
 
'Hevjînê min malbata xwe jî li min sor dikir'
 
O.A.,  anî ziman ku zarokên wê ji wê veqetandin û got ku divê jin tundiyê qebûl nekin û wiha pê de çû;” Min gelek zahmetî li wê malê kişand. Ez bi tundî, birçîbûn û xizaniyê re rûbirû hatim hiştin. Li gel ku rewşa aborî ya malbata hevjînê min baş bû jî lê min xizanî li wê malbatê dît. Hevjînê min malbata xwe jî li min sor dikir û destûr nedida ku bi min re bibin alîkar. Hevjînê min tucarî  Pêdiviyên min nedianîn cih. Di warê aborî de her dem malbata min alîkariya min dikir. Di dawiyê de em ji hev veqetiyan. Zarokê min yê ku 9 mehî bû ji min qetandin û nedan min. Piştî ku du salan ji zarokên xwe cuda hatim hiştim bi biryara dadgehê min zarokên xwe dîtin. Salê carekê destûrê didin ku  ez zarokên xwe bibînim. Gava ku ez dixwazim bi telefon bi zarokên xwe re biaxivim jî ez têm astengkirin û destûrê nadin ku zarokên min bi min re biaxivin.  Zarokên min pir biçûkin pêdiviya wan bi eleqeya dayikê heye, lê destûrê nadin ku ez bi wan elqedar bibim. Ez niha li gel malbata xwe dijîm. “
 
'Jin bi rêxistinbûnê dikarin tundiyê têk bibin'
 
O.A.  herî dawî bal kişand ser têkoşîn û yekitiya jinan û bang li hemû jinan kir ku li hemberî tundiyê bêparastin nemînin û wiha pê de çû;” Rewşa min a aborî nebaş e. Lê dîsa jî bi derfetên herî kêm ez xwe li ser piyan digirim. Tenê daxwaziyek min heye ku ez bi zarokên xwe re bijîm. Ez bang li hemû jinên ku tundiyê dibînin dikim ku li hemberî tundiyê bêparastin nemînin û ger ku em hêza xwe li hemberî tundiyê birêxistin bikîn, em dikarin her cureyê tundiyê ji holê rakîn. Bêdeng nemînin û têkoşîna xwe xurt bikin..”