Sultan Yildiztan: Min ji hevala Berîtan hêz girt
- 09:01 24 Cotmeh 2018
- Rojane
Hewlêr Şahîn
MEXMÛR - Her jinek kurd ya evindara azadiyê bi lehingiya xwe destanên berxwedanê di rupelên dîrokê de dan nivisandin û bun efsaneyên jiyanek bi rumet. Yek ji van jinan jî gerîlaya bi navsnavê Berîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) a ku 26 sal di ser şehadeta wê re derbas bûne ye. Dayika şehîd Denîz Firat Siltan Yildiztan ku gerîla Berîtan bi bîr anî qala bîranînên xwe yên pê re kir.
Di sala 1992 pefçonek mezin di navbera PKK ê û PDK'ê de qewimibu gêrilaya bi nasnavê Bêritan Hêvî ( Gulnaz Karataş) a ku bi lehengî li ber xwe da ji bo ku nekeve destê hêzên PDK'ê xwe ji zinar de avêt û jiyana xwe ji dest da. Dayika Şehîd Deniz Firat ya bi navê Siltan Yildiztan ku li wergiha şehîd Rostam Cudî (Mexmûr) dimine, bi minasebeta 27'emîn salvegera şahadeta Berîtanê ji ajansa me re axivî.
Siltanê di kesayeta Berîtanê de hemû şehîdên meha Cotmehê yên Kurdistanê bi bîr anîn û wiha dest bi axafitna xwe kir:" Min cara yekê Berîtanê li Xakurkê nas kir. Em wek malbat ji ber zexitên dewleta tirk ji bakurê Kurdistanê koçberî rojhilatê Kudistanê bun. Lê ji ber ku me nikaribû li wê jî jiyana xwe berdewam bikira, di sala 1991'ê de em derbasî qadên gêrila Xakurkê bun. Min hevala Bêrîtan li wir nas kir. Hevala Berîtan wê demê xebatên çepemeniyê didan meşandin. Di wê demê de cara yakê dewleta tirk bi balefiran êrişî Xakurkê kir û êrişan 13 rojan berdewam kir. Ji ber êrîşan em bi şev di meşiyan û me bi roj li gorî pêwistiyan tedbirên xwe digiritin. Naskirna min ya hevala Bêrîtan demek kin bu. Wê demê şer bû hevala Bêrîtan pir ji min û zarokan re bu alikar."
'Berîtan hevaleke gelek fêdekar bû'
Siltanê bal kişand ser fêdekariya Berîtanê û axaftina xwe wiha berdewam kir: " 5 zarokên min hebûn. Di wan rojên şer de jiyana bi zarokan re di rêyan de gelek zor bû. Ti tişt tune bû ku bidim zarokan. Lê ew fêdekariya hevala Berîtan ku bi min re kir heta ku ez sax bim qet ji bîra min naçe. Wê demê li qadên gerîla derfet gelek kêm bûn. Lê hevala Berîtan ji bo ku bidim zarokan hinek nanê hişk û ava firingiyan anî û da min ji bo ku bidim zarkan kuber dilê wan bigire. Hevala Bêrîtan nanê xwe ne dixwer para xwe di anî dida hevalên xwe û zarokên min, ew cara yek bu ku min gêrila ditibu. Bi fêdekariya hevala Bêritan re girêdaneke min a mezin ji şoreşê re çêbu. Ev 27 sal e ku ez koçber im lê ew kêliyên ku min bi hevala Berîtan re buhartin qet ji bîra min naçin. Ez ji wan deman hêzê digirim."
'Ew ê her dem di dilê me de be'
Siltan Yildiztan di berdewamiya axiftinên xwe de weha dibêje. " Di dema şerê di navbera DKP û PKK'ê de hevalan em wek melbat derbasî sideka gundê Şiwê kirin û em bi alikariya hevalan li wir bi cih bun. Li Xakurkê şerê îxanetê berdewam dikir lê her hişê min li ser hevala Bêrîtan bu min ji zarokên xwe bêhitir ji hevala Bêrîtan hez dikir. Wê demê şer 45 rojan domand ji xwe demek şûn de şer rawestiya vesazibuna hinek hevalan çêbu. Ciwanek hat ji me re got heval tên derbas dibin ez û hevjinê xwe em çûn pêşiya hevalan, heval bi meşineyek mezin derbas dibûn û wan despêkê em nas nekirin. Piştî ku em nas kirin li me vegeriyan hatin cem me. Min qet pirsa zarokên xwe yên gêrila nekir min pêşî pirsa hevala Bêrîtan kir û min got heval hatiye yan li wir maye, çavê wî hevalî tijî rondik bun got 'hevala Bêrîtan Şehîd bu'. Wek ku avek gerim bi ser min de bikin qet tevger ji min ne hat."
Siltanê di berdewamiya axafitna xwe de got ku ew piştî şehadeta Berîtanê gelek hestiyar bûye û ev biryar daye: "Piştî ku min agahiya şahdeta Berîtanê bihîst ez gelek xemgîn bûm û min ji hevalan re got ku em li vir naminin hun biçin kuderê em bi were werin. Piştî wê axafitna min bi çend rojan hevalan maşine ji me re rê kirin.Em derbasî qada Zelê bun. Keçek min a buçuk hebu navê wê Çîçekê bû. Wê demê nûh dest bi axiftinê kir ji me re got wê êdî navê min Bêrîtanê be. Cara yekê bû ku navê hevala Bêrîtan li zarokekê hat kirin. Ji ber ku keça min jî dît ku çiqas keda heval Bêrîtan di ber wê de heye. Bi rastî heval Bêrîtan hevalek pir jîr bu her di nav liv tevgerê de bû."
'Ji bo bi destxistina azadiyê têkoşîna aramanca sereke ye'
Siltan Yildiztan di dawiya axiftina xwe de wiha dibêje: " Ti carî lehingên wiha nayên jibîrkirin. Min di serî de jî dabu diyarkirin, heval Bêrîtan bi sekin û hevalatiya xwe gelek tişt di kesayeta me de dan guhertin. Heya roja me ya îro jî em li ser nirxên ku hevalên me yên şehîd dane avakirin tekoşîn xwe didin meşandin. Heya ku em sax bin em ê li ser rêya şehîdên xwe bin û erka ku dane ser milên me em ê bi cih bînin. Gotinek heye dibêjin ya serkeftin an serkeftin. Ez ji dibêjim serkeftin ya me ye û wê tu tişt gavê bi me şûnde nede avêtin."