ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2018'AN

  • 09:00 24 Cotmeh 2018
  • Rojev
*Her jinek kurd ya evidara azadiyê bi lehingiya xwe destanên berxwedanê di rupelên dîrokê de dan nivisandin û bun efsaneyên jiyanek bi rumet. Yek ji van jinan jî gerîlaya bi navsnavê Berîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) a ku 26 sal di ser şehadeta wê re derbas bûne ye. Dayika şehîd Denîz Firat Siltan Yildiztan ku gerîla Berîtan bi bîr anî qala bîranînên xwe yên pê re kir. 
 
*Li bajarê Dêrîkê yê Rojavayê Kurdîstanê Ruweyda Mohemed 30 sal in debara xwe bi dirûtina kincan  dike.
DÎMEN HEYE
 
*Mamosteyên jin derbarê girîngiya perwerdeyê û bandora jinê ya li ser perwerdeyê de gotin:"Perwerde bingeha jiyanê ava dike. Divê di warê perwerdeyê de her dem xebat bên kirin. Bandor û rola jinê ya li ser perwerdeyê jî xwedî taybetmendiyek girîng e."DÎMEN HEYE
 
*Li welatên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi salane mêrên desthilatdar di warê aborî, fizikî û ramanê de her cûreyên tundiyê  li ser jinan pêk tînin. Jina bi navê O. A. ku Bi salane ji hevjîn û malbata wî tundî dît, Bang li hemû jinan kir ku li hemberî tundî û mêrê desthilatdar bibin yek hêz û xwe birêxistin bikin. 
 
*Jina bi navê Meryem Nazli ya astengdar e, Elewî jin û nivîskar e, astengiyên di mêjiyê mirovan de hilweşand û diyar kir ku tişta mirov asteng dike, di esasê de demê asteng dike. BI DÎMEN
 
*Parêzer Senem Doganoglu ya endama Koma OÇAV’ê ye diyar kir ku afmosfera siyasî ya Tirkiyeyê wek lijneyek giştî dijîn û wiha got: “Pêşnûmeya me li ser navê jinan da nehat xwendin û erêkirin. Lê di rêveberiya baroyê de divê dersên zayenda civakî bên dayîn, di alî rêbazên pîşeyî de di çarçoveya qedexeya newekhevî û zayendî de sererastkirin bê kirin.
 
*Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de di jêrzemîna malekê de hat qetilkirin, der barê dosya wê de biryara neşopandinê hat dayîn. Serdozgeriya Komarê got di êrîşên hatin kirin de sînorê parastina rewa nehat derbaskirin.
 
*5’emîn rûniştina doza du birayan Muhammed û Furkan ên li Silopiyê di encama ku parêzer ket mala wan û jiyana xwe ji dest dan, di 25’ê cotmehê de tên dîtin. Malbat beriya dozê, daxwaza xwe ya edaletê dubare dikin û dibêjin: "Kî tê diçe dibêje qeder e. Lê ev ne qeder e. Ew panzêr bi qederê nehat. Ev çend rûniştin pêk tên tiştek nabe. Kes nayê darizandin. Bila kujerên zarokên me demildest bên darizandin." BI DÎMEN
 
*Hevşaredara Artemîta Wanê Rojbîn Çetîn a ku qeyûm tayînê şûna wê bûye, diyar kir ku îdeolojiya fermî bi qeyûman li dijî îdeolojiya demokratîk, azadîxwaz û komunal şer daye destpêkirin û got dema roj hat wê gel hesabê vê bipirse.
 
*Rosa Parks a bi çalakiya îtiatiya sivîl deng da, 13 sal e ji nav me veqetyaye û bi çalakiya pêk anî hîna di hişan de ye.