Xwendekaran li hemberî tacîzê çalakiya 'Bêdeng nemîne' pêk anîn

  • 17:19 23 Cotmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Li Dibistana  Kadriya Moroglu ya Amadeyiya Anadoluyê mamosteyê erdnîgariyê ji bo ku xwendekar tacîz kiribûn der heqê wî de doz hatibû vekirin. Xwendekaran di dibistanê de ji ber ku mamosteya Erdnîgeriyê ji kar nehat dûr xistin protesto kirin û çalakiya 'Bêdeng nemîne' li dar xistin
 
Li navçeya Kucukçekmece ya girêdahî Stenbolê li dibistana  Kadriya Moroglu ya amadeyiya Anadoluyê mamosteyê ku xwendekar tacîz kirin, der heqê wî de doz hate vekirin. Li gel hemû giliyan mamoste ji kar nehate avêtin. Xwendekaran bertek nîşanî vê nêzîkatiyê dan. Xwendekarên  di dibistanê de çalakiya  "Bêdeng namînîn" dan destpêkirin. Di çalakiyê de dirûşmên" Bêdeng nemîne dê dor bê te" berz kirin.  
 
'Em bang dikin ku herkes bi hêstiyarî tev bigere'
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê xwendekaran ve  hat xwendin de wiha hat gotin:" Em wekî xwendekarên dibistana Kadriye Moroglu dibêjin, di dibistanê de mixabin mamosteyê tacîzcî heye. Ew kes hîna ser peywira xwe ye. Ew tiştên ku wî pêk anîn hîna jî di dibistanê de tên zanîn û bihîstin. Em wekî xwendekarên dibistanê li hemberî vê tu car  bêdeng namînin. Em bang dikin ku herkes bi hêstiyarî tev bigere. Em ê li hemberî her tundiyekê bisekinin û em bang li her kesî dikin ku li hemberî vê bisekine."