Li Bursayê jinek hate qetilkirin

  • 16:43 23 Cotmeh 2018
  • Rojane
BURSA - Li Bursayê mêrê bi navê Hasan Gundogdu Ozlem Meselî qetil kir.  
 
Li navçeya Yildirimê ya girêdahî Bursayê mêrê bi navê Hasan Gundogdu Ozlem Meselî bi giranî birîndar kir. Piştî bûyerê kesên derdorê agahî dan ekîbên tendûristiye û tevî hemû mudexeleyan Ozlemê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li cihê bûyerê lêkolîn hate destpêkirin. Her wiha hate zanîn ku  ji bo ku  Hasan Gundogdu bê girtin lêpirsîn berdewam dike.