'Kesên ku ku vê tecrîdê bişkînin û têkoşînê rêve bibin jin in'

  • 16:28 23 Cotmeh 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Parlamentera Şirnexê ya HDP'ê Nûran Îmîr ya ku di panela derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û  jinê de axvî wiha got: "Divê ku em derî bi derî kolan bi kolan bigerin û vê tecrîdê ji gel re vebêjin û polîtîkayên dewletê têk bibin. Êdî dema ku em bibêjin êdî bes e.  Kesên ku vê tecrîdê têk bibin û têkoşînê bimeşînin jin in."
 
Jinên Şirnexê di bin banê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û û jinan de bi sernavê "Em tecrîdê bişkînin û faşîzmê têk bibin" panelek li dar xist. Moderatoriya panelê Hevseroka Navçeya Sîlopiyê Fatma Gundiz  kir û wekî axaftvan jî parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û ji parêzerên Buroya Hiqûqê Newroz Uysal tevli panelê bûn. 
 
'Li cîhanê mînaka vê tecrîdê tune ye'
 
Di panela hat lidarxistin de parêzer Newroz Uysal di serî de axivî û wiha got: "Çûna Îmraliyê tenê bi helîkopter û keştiyan tê kirin. Birêz Abdullah Ocalan ji roja hat gitin heta 10 salan  bi tena serê xwe lli wê ma. Piştî bi 10 salan 5 kes gitin balê.  Îmrali ji bo Tirkiye û cîhanê tev de mînaka yekane ya tecrîdê ye.  Ji ber ku dixwazin Abdullah Ocalan bêdeng bikin. Lê ew temsîliyeta Gelê Kurd e."
 
Newroz diyar kir ku di warê tecrîdê û polîtîkayên bi salan li Tirkiyeyê tên meşandin de têkoşîna herî mezin ji aliyê jinan ve hatiye dayîn û ji bo têkbirina tecrîd û pêşxistina têkoşînê jî herî zêde jin têdikoşin. 
 
'Îro dîrok xwe dubare dike'
 
Piştre parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr axivî û ev tişt got: "Di xwazin fikra  rêbertiyê ji nav gel hilînin. Xebatên ku ji aliyê Gelê Kurd ve tên kirin li ortê ne. Bi vê tecrîda ku tê girankirin dixwazin gelê kurd bê statû bihêlin. Tecrîda ku tê meşanidin wê b itêkoşîna jinan bê têkbirin û birêz Abdullah Ocalan jî niha li Îmraliyê berxwedaneke meizin dide.  Ew ê bi tecrîdê û bi tundiya tê kirin nikaribin girêdana gel û brêz Abdullah Ocalan ji hev qut bikin."