Li Qamişloyê semînera penceşêrê hate lidarxistin
- 15:32 23 Cotmeh 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Li Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo Şagirtên Akademiya Tendrustîyê ya Rojava ji bo ku balê bikşînin ser nexweşiya penceşêrê semîner li dar xistin.
Li bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdîstanê Komîteya Akademiya Tendrustiyê ya Rojava ji bo danasîna nexweşiya penceşêrê li navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo semîner li dar xistin. Semîner ji aliyê şagirtên Akademiyê ve hate dayîn. Bi dehan jin tevlî semînerê bûn.
Di destpêkê de nexweşiya penceşêrê çawa pêk tê û çawa mirov dikare xwe biparêze hate vegotin û pişt re jî bi wêneyên nexweşiya penceşêrê hate şîrovekirin. Semîner bi pirs û bersivan berdewam kir.
Semîner bi temaşekirina sînevîzyonê bi dawî bû.