Rêveberê HDP'ê yê hat girtin derb kirin û pê li pişta wî kirin!
- 13:02 23 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Di encama oprasyona navenda wê Amed bû ku li 9 bajaran hat kirin de Rêveberê Bajarê Amedê yê HDP'ê Sercan Dogan hatibû binçavkirin û hat diyarkirin ku di dema ew binçav kirin hatiye derbkirin û pê li pişta wî hatiye kirin. Sercan anî ziman ku ev hemû encamên polîtîkayên bêzarkrinê ne.
Di encama operasyonên ku navenda wan Amed bû li 9 bajaran di 9'ê Cotmehê de hatin kirin Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sercan Dogan jî hatibû binçavkirin û hatibû girtin. Sercan Dogan ê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimîne tişta di bin çavan de jiya vegot. Sercan anî ziman ku ji aliyê polîsan ve di saetên serê sibehê de bi ser mala wî de hatiye girtin û bi lawê xwe re hatiye derbkirin. Sercan wiha got; "Deriyê min hat lêdan, ji bo ku ez derî vekirm ez çûm ber derî, dema min derî vekir min polîsên bi rûpoş dîtin. Min got ez ne musaîd im hinekî rawestin. Lê wan derî daf dan û min avêjtin erdê."
'Pê li pişta min kirin û min derb kirin'
Sercan anî ziman ku ew avêjtine erdê, çek lê kişandine û pê li pişta wî kirin. Sercan got ku ew bi lawê xwe re li malê bûye û tişta hat serê wî wiha vegot: "Lawê min razayî bû, dema ku deng hat şiyar bû, hat korîdorê. Lawê min çawa hat ew jî derb kirin û li erdê dirêj kirin. Li aliyekî din jî polîsekî pê li pişta min dikir û li lawê min didin. Lawê bin berî bi demeke kurt ji mîdê ameliyat bibû. Li gel ku min rewş ji polîsan re vegot jî wan karê xwe berdewam kir. Tehdît dikirin û heqaret kirin. Min birin emniyetê û lawê min jî derbkirî li malê hat hiştin."
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
Sercan anî ziman ku li emniyetê ji bo kontrola tendirustiyê doktor anîn û wiha dawî li axafitina xwe anî: "Li gel ku min ji doktor re got ez hatime derbkirin jî rapora derbkirinê neda min. Piştî ku ez hatim girtin bi 10 rojan min lawê xwe dîti. Morbûna laşê lawê min hin jê neçûbû. Lê em dizanin ku ev hemû polîtîkayên bêzarkirinê ne. M tu şaştiye nekiriye û em ê berxwedana xwe berdewam bikin.