Serlêdana parêzeran a 757’an hat redkirin

  • 12:25 23 Cotmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo biçin hevdîtina mûwekîlên xwe cara 757’emîn hat redkirin.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Fuat Çoşacak ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 757’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serlêdana parêzeran bi lez û bez hat redkirin.   
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘OHAL’ serlêdanên parêzeran red dike.