Li Mexmûrê amadekariyên bîranîna têkoşer Bêrîtan dest pê kirin

  • 09:11 23 Cotmeh 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê (Şehîd Rûstem Cûdî)  amadekariyên bîranîna têkoşer Bêrîtan ku li wargehê pêk tê dest pê kir.
 
Li Wargeha Mexmûrê (Şehîd Rûstem Cûdî)  amadekariyên Bîranîna Şehîd Bêrîtan ku li wargehê pêk tê dest pê kir, ev bîranîn her du sal carekê li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî tê kirin. Bîranîn wê di 25’ê Cotmehê di saet 01:00’ê piştî nîvro de dest pê bike heya derengiya şevê wê dewam bike. Li wargehê ji bo bîranîna têkoşer Bêrîtan li ser navê Komîta Amedekar Avabûn Bilen got:“ Ev bîranîn her du sal carekê tê lidarxistin, em jî wek komîta amedekar di vê pilansaziya vê bîranînê de cihê xwe digirin. Pilansaziya bîranîna Şehîd Bêrîtan wiha ye; Hunermend Bawer Herkol, Koma Viyan, Koma şanoyê ya bi navê Şehîd Tîrêj û Hunermend Cemîl Kara wê beşdarî bîranînê bibin.”