'Xwezaya Efrînê tê qetilkirin'
- 09:04 23 Cotmeh 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê qetilkirina xwezaya Efrînê de gotin:"Me bi keda destên xwe zeytûnê Efrînê çandin û mezin kirin. Lê bi destên dewleta tirk û çeteyên wê zeytûnên Efrînê hatin qutkirin, şewitandin, bombe li ser hat barandin. Divê xwezahez hemû li dijî vê yekê bêdeng nemînin."
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê xwezaya Efrînê gelek zirar dît. Niha jî ev qetilkirin didome. Têkildarî mijarê de jinên Efrînê yên li Kantona Şehbayê bi cih bûne gotin:"Xwezaya Efrînê tê qetilkirin û cîhan li dijî vê qetilkirinê bêdeng e. Divê dawî li vê bêdengiyê bê û li dijî vê qetilkirinê dengekî hevpar bê bilindkirin."
Jina bi navê Fatimê Mustefa ya 56 salî diyar kir ku xwedîderketina xwezayê erka hemû mirovan e û got:"Berî ku dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê bikin me darên zeytûnê bi destên xwe çand, av da û me mezin kir. Lê wan bi awayekî hovane hem êrîşî mirovan hem jî êrîşî xwezayê kirin. Me debara xwe bi zeytûnan dikir. Lê nehiştin ku em xêrê ji zeytûnê xwe bibînin û Efrîn dagir kirin. Li dijî qetilkirina mirovan û xwezayê em ê her li berxwe bidin."
'Em li dijî hovîtiyê tu carî serî natewînin'
Jina bi navê Meqbule Elî Hesen a 75 salî anî ziman ku xweza jêderka jiyanê ye divê xweza bê parastin û wiha got:"Xweza nefesa mirovan e divê mirov li nefesa xwe xwedî derkeve. Lê dewleta tirk a hov xwezayê û mirovan her qetil dike. Em jî li dijî vê yekê li berxwe dide. Xwedê ji Erdogan re tu carî ne razî be. Bila ew baş bizanibe ku em li dijî hovîtiya wî tu carî serî natewînin."
'Xwezaya Efrînê tê qetilkirin'
Zekiye Elî ya 50 salî jî wiha got:"Her sal di vê demsalê de li Efrînê em diçûn me zeytûnê xwe didan hevdu. Lê ji ber ku li ser navê ola îslamê dewleta tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kirin em îsal nikarin biçin zeytûnên xwe bidin hev. Me bi keda destên xwe zeytûnê Efrînê çandin û mezin kirin. Lê bi destên dewleta tirk û çeteyên wê zeytûnên Efrînê hatin qutkirin, şewitandin, bombe li ser hat barandin. Divê xwezahez hemû li dijî vê yekê bêdeng nemînin. Xwezaya Efrînê tê qetilkirin û cîhan li dijî vê qetilkirinê bêdeng e. Divê dawî li vê bêdengiyê bê û li dijî vê qetilkirinê dengekî hevpar bê bilindkirin."