ROJEVA 23'Ê COTMEHA 2018'AN
- 09:00 23 Cotmeh 2018
- Rojev
*Jina bi navê Fatma Muhemed a Tirkmen ku li Bajarê Serêkaniyê ya Kantona Hesekê bi karên destan debara xwe dike got:"Ez niha gelek bextewar im ku li Rojavayê Kurdistanê dijîm û bi keda destên xwe debara xwe dikim. Li vir jiyanek wekhev û demokratîk heye. Ji jinê re rêz tê girtin. Em hêvî dikin ku welatên ku mafê jinê naparêzin Rojavayê Kurdistanê ji bo xwe mînak bigirin." DÎMEN HEYE
*Bi hatina demsala payîzê re mîna her salê îsal îsal jî jinan li Dêrîkê dest bi komkirina zeytûnan kir. Lê ji ber aloziya aborî ya heyî zeytûnên Derîkê mîna par nayên firotin. DÎMEN HEYE
*Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê qetilkirina xwezaya Efrînê de gotin:"Me bi keda destên xwe zeytûnê Efrînê çandin û mezin kirin. Lê bi destên dewleta tirk û çeteyên wê zeytûnên Efrînê hatin qutkirin, şewitandin, bombe li ser hat barandin. Divê xwezahez hemû li dijî vê yekê bêdeng nemînin."DÎMEN HEYE
*Jinên pêkhateyên Ereb nêrazîbûn nîşanî êrîş û dagirkirina ser Efrînê dan û gotin ku tenê hêza jinan dikare ku Efrînê azad bike.DÎMEN HEYE
*Jina bi navê T. rastî êrîşa mêrê bi navê H.G hat û ji ber darbeya kêrê fatreşka wê hat girtin û du caran emeliyet bû. Di doza derbarê bûyerê ku di 15’ê cotmehê de hat dîtin, li gumanbar T. 6 sal û 8 meh ceza hat birîn û piştre hat tahliyekirin. Dadgehê daxwaza darizandina ‘Ji qestî hewldana kuştinê’ bê darizandin red kir û li şûna wê bi 'qestî kes birîndarkirin', darizandin. Hinceta dadgehê jî wiha bû: “Tevî ku kes tunebû pêşî li çalakiya gumanbar bigire û di destê wî de derfet û alav hebû jî darbeyek kêrê tenê lêxistiye. Qesta kuştinê di vir de tune ye.”
* Parêzer Mîne Akarsu ku di qada Têkiliya Jinan a CÎSST de dixebite, diyar kir ku ji bo serlêdanên ku ji bo binpêkirinên li ser girtiyan kirine, her carê rastî bersiva ‘lêkolîna pêwist hatiye kirin’ an jî ‘binpêkirin nehatiye dîtin’ hatine û got der barê rewşa girtiyên nexweş de jî tu tiştek nehatiye kirin.DÎMEN HEYE
*Ji bo ku em valatiyên di jiyanê de derdikevîn pêşiya me dagirin pêwîstiya me bi hîn baştir xwe rêxistinkirinê heye. Rêxistinbûna mirov kengî derdikeve pêş, dema mirov erka xwe ya di nava civakê de baş pêk bîne, wê demê mirov dikare xwe li hemberî hemû êrîşan bi parêze û bibêje ku em mirovên rêxistinkirî ne. JI PÊNÛSA JINAN
*Gonul Paksoy ku di pirtûka xwe ya bi navê ‘Mutbexa bermahiyên wê tune ye’ xwarinên balkêş ên bi xurekê diçin çopê çê dike, vedibêje, pêşangeha wê ya ‘Çêkirinên bermahiyên wê tune ye’ bal kişand. Gonulê diyar kir ku dema 800 mîlyon kes li dijî birçîbûnê têbikoşin, avêtina xurekan ne luks e. DÎMEN HEYE
*Karkerên TUV TURK’ê ku bi hinceta sendîkayîne bêyî tazmînat û hincet ji kar hatin derxistin, îdia kirin ku ew hatine tehdîdkirin û wiha got: “Ji me re gotin ‘Em li şîfreya we ya E-devletê binêrin, ger hûn sendîkayî bin hûn di riya şaş de ne, şûnde vegerin’. Çek danîn ser maseyê û em tehdîd kirin.”DÎMEN HEYE