Li Amedê der barê 7 kesan de biryara girtinê
- 08:37 23 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 4'an a Amedê, der barê 7 kesên ku di 9'ê Cotmehê de hatin binçavkirin û paşê hatin berdan de, li ser îtrazkirina dozgeriyê biryara girtinê da.
Di 9'ê Cotmehê de li Amedê rojnamevan û siyasetmedar jî di nav de der barê 151 kesî de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji 141 kesên hatin binçavkirin 25 kes jê hatin girtin, hin kes jê jî bi şertê venêrîna edlî hatibûn berdan. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê 47 kesên hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan de, li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 3'an a Amedê îtiraz kir û xwest ev kes bên girtin. Piştî daxwaza dozgeriyê hat redkirin, dozgeriyê vê carê serî li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 4'an a Amedê da.
Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 4'an a Amedê, daxwaza dozgeriyê nirxandin û ji 47 kesan der barê 7 kesan de biryara girtinê da.
Ji kesên dadgehê biryara girtina wan da Derya Aslan hat girtin û der barê Ahmet Aslan, Eylem Ceylan, Dilbaz Emekçi, Leyla Ayaz, Abbas Çelik û Emrullah Kaplan de jî biryara zevtkirinê hat dayîn.