Kongreya Star derbarê qetilkirina Reşa Bisîs de daxuyanî da
- 13:48 22 Cotmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê jina bi navê Reşa Bisîs a ku li Cerablûsê ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin de Kongreya Star daxuyanî da.
Dîmenê qetilkirina Reşa Bisîs a ku ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin li ser medyaya civakî hatibû belavkirin. Têkildarî mijarê de Kongreya Star li Rojava daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê rêxistinên mafên mirovan qaşo yên ku banga mirovahiyê dikin, li hemberî dagirkeran û faşîstan helwestek xwe ya cidî raber bikin, da ku karesatên derheqê jinan û civakê de bi dawî bibe.
"Duh dîmenek ku tê de jineke ciwan bûye qurbaniya çeteyan, hate belavkirin. Çeteyan destdirêjî li jina ciwan a bi navê Reşa Besîs li herêmên dagirkirî li Cerablusê kir. Lê ji ber ku jina ciwan li ber xwe da, çeteyan ew teşhîr kir. Birayê jina ciwan ku ew jî bi xwe çete ye, bi awayekî hovane ew qetil kir û ev kiryar wek lekeyeke reş di dîroka mirovahiyê de ye.
Dagirkeriya Tirk îdiayên qaşo wê li herêmên dagirkerî ewlekariyê pêk bîne, lê bi rêya vê dîmena ku li ser toreyên civakî hate belavkirin, careke din derew û rastiya dagirkeriya faşîst û zîhniyeta faşîst a li ser civakê û jinan derket holê. Erdogan dixwaze tolê ji destkeftiyên jinan di vê şoreşê de bistîne. Mînaka herî berbiçav jî tişta ku li Efrînê çêbû, hemû bûyer û şîdeta plankirî ya li ser jinan xwe dispêre heman zîhniyetê û ew jî şikandina îradeya jinan e. Li Efrînê bi awayekî hovane êrîşî deskeftiyên jinan kirin ku xwe bi fikrên azadî, aştî û metoda rêber Apo têr kirine.
Ev ne cara yekemîn e ku rewşên bi vî rengî di bin sîwana zîhniyeta faşîst de çê dibin, dixwazin vê zîhniyetê bi hebûna şer biparêzin.
Jin her li hemberî zilm û şîdetê disekinin, ji bo şikandina morala wan, sûcên bi vî awayî pêk tînin da ku tirsê bixin nava dilê wan û wan bê hez bikin da ku tiştên heyî qebûl bikin. Li ser vî esasî em vî sûcê derheqê jinan de şermezar dikin û em piştgiriyê didin hemû jinan û destekê didin wan. Her wiha em bang li hemû jinên Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê li dijî sûcan bisekinin û serê xwe li hemberî faşîstbûnê netewînin û li ber xwe bidin da ku dagirkeriyê tune bikin.
Em wek Kongreya Star li Rojava bi tundî sûcên der heqê jinan de şermezar dikin, her wiha em ji rêxistinên mafên mirovan qaşo yên ku banga mirovahiyê dikin, li hemberî dagirkeran û faşîstan helwestek xwe ya cidî raber bikin, da ku karesatên der heqê jinan û civakê de bi dawî bikin."