Ji bo endama Pîrebokên Kampusê Hatîce Goz kampanyaya îmzeyê
- 12:48 22 Cotmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo ku Endama Pîrebokên Kampusê Hatîce Goz bê berdan kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin.
Ji bo ku Endama Pîrebokên Kampusê Hatîce Goz a di 11'ê îlonê de hatibû binçavkirin bê berdan kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin. Ji bo kampanaya ku ji aliyê Pîrebokên Kampusê ve li ser "change org" hat destpêkirin daxuyaniya bi sernavê "Ji Hatîce Goz re azadî" hat dayîn.
'Hatîce jineke feminîst e'
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku bila Hatîce demildest bê berdan û di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hatîce jineke ji beşa psîkolojiyê mezûn bûye û jineke ciwan a feminîst e. Dema ku zanîngeh dixwend û piştî ku mezûn jî bû Hatîce têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinê berdewam kir."
Pîrebokên Kampusê di daxuyaniyê de anîn ziman ku wan ji 2013'an ve li zanîngehan li dijî cudakariya ku jin pê re rûbirû dimîne û tundiya li ser jinê tê meşandin têkoşîn daye; ji bo ku jin xwe bi rêxistin bike semîner û panel li dar xistine. Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêxêstineke piştevaniya jinê dikin e.
'Bila Hatîce bê berdan'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên îktîdara baviksalar a dijiberî jinê û wiha hat gotin: "Wê hêza wan têra têkbirina têkoşîna me neke. Îktîdara serdet her xwestiye ku têkoşîn û hêza jinan vala derxîne û ji ber vê ye ku hevala me Hatîce ji nav me gittine. Lê em ê heta ku jineke din ji nav me neyê girtin têkoşîna xwe berdewam bikin û daxwaz dikin ku xwişka me Hatîce demildest bê bardan."