Ji 111 parlamenterên Kurdistanê 36 jê jin in

  • 12:23 22 Cotmeh 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de 111 parlamenter hatin hilbijartin. Ji van bi giştî 36 parlamenter jê jin in.
 
Komîsyona Hilbijartinên Herêma Kurdistanê duh bi şev encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê yên di 30’ê Îlona 2018’an de pêk hatin, eşkere kir.
 
Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 30’ê Îlona 2018’an de pêk hatin. Bi giştî 29 partiyên siyasî tevlî hilbijartinan bûn. Bi giştî 773 namzet ketin pêşbirkê, ji van 111 namzet mafê parlamenteriyê qezenç kirin û bûn parlamenter. Her wiha di hilbijartinan de 241 jin jî bûbûn namzet. Ji van jî bi giştî 36 jin di hilbijartinan de karîn mafê parlamenteriyê bidest bixin.
 
Di parlementoya Herêma Kurdistanê de ku sedî 25 kotaya zayend heye. Ji ber wê di dema hilbijartinan de û diyarkirina namzetan de jî ev rêje divê berçav were girtin, eger neyê girtin jî divê ji aliyê komîsyon ve ev hevsengî were çêkirin.  Di dema çaremîn a parlementoyê ku derbas bû de jî 34 jinên parlamenter hebû. Di van hilbijartinan de 2 jin zêde bûye. 
 
Rêjeya parlamenterên jin di nava partiyan de:
 
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)’ê di hilbijartinan de karîn 45 kursiyan bi dest bêxin û ji van 14 parlamenter jin in.
 
Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK)’ê 21 kursî bi dest xist. Ji van 7 namzetên jin bûn parlamenter.
 
Tevgera Goran 12 kursî bi dest xist, 4 endamên parlamenter jin in.
 
Nifşê Nû bi giştî 8 parlamenter derxist, ji van 2 parlamenter jin in.
 
Komele 7 parlamenter derxist, ji van jî 2 jê jin in.
 
Lîsteya Eniya Îslah bi giştî 5 parlamenter anî, ji van 2 jê jin in.
 
Her wiha ji kotayan, ji Lîsteya Hevpeymana Yekîtiya Netewî, Lîsteya Geşepêdana Tirkmenan û Encemena Gel a Kildanî-Suryanî jî, 5 namzetên jin mafê parlamenteriyê bi dest xistine.