Jinên Serhedê: Deriyên Îmraliyê vekin

  • 09:12 20 Cotmeh 2018
  • Rojane
Zeynep Durgut 
 
WAN - Tecrîta li ser Rebêre PKK’ê Abdullah Ocalan her roj girantir dibe. Heta niha ji aliyê parezerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve bi sedan serlêdan hatine kirin. Lê bi tu awayî ev serlêdan nayên qebûlkirin. Jinên Wanê ku bertek nîşanî girankirina tecrîtê dan xwestin ku demildest ev tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. 
 
Tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her roj giran dibe. Ji bo hevdîtinan Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan,  bi armanca bi muvekkîlê xwe re hevdîtin bikin bi sedan car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serlêdana hevdîtinê her tim tê redkirin. Herî dawî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi mûwekîlên wî re ku di sala 2010’an de rastî îşkencê û mûameleyên xerab hatibû red kir. Jinên Wanê bertek nîşanî vê helwesta DMME’'yê dan û gotin ku divê deriyên Îmraliyê bi lez bên vekirin ji ber ku çareseriya vê tevliheviya heyî li Îmraliyê ye. 
 
‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
 
Jina bi navê Fedîle Orhan anî ziman ku dewlet bi van politikayên ku bi pêş dixe dixwaze tecrîtkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bide jibirkirin û wiha axivi;” Bi salan e em bi tu awayî tu agahiyan ji birêz Abdullah Ocalan nastînîn. Em nizanîn ku rewşa wî û tendûristan wî çawa ye? Bi polîtikayên tecrîdê dixwazin birêz Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin. Lê heya ku ev bîrdozî hebe, ew ê nikaribin serokê me bi me bidin jibîrkirin. Em beyî birêz Abdullah Ocalan azad nînin. Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye. Tenê daxwaziyeke me heye, ew jî em dixwazîn ku birêz Abdullah Ocalan bê berdan. Em ji rewşa tendirûstiya wî bi gûman in. Çima hevdîtinan nadin destpêkirin? Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bên destpêkirin û DMME jî bi lez dev ji vê helwesta xwe a li dijî aşitiyê bere.” 
 
‘Deriyên İmraliyê vekin’
 
Leyla Duman jî bi lêv kir ku girankirina tecrîdê û dilgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zirarê dide daxwaziya aşitiyê û wiha got:” Ev 3 sal e em tu agahiyan ji birêz Abdullah Ocalan nastînîn. Ji ber ku ji aliyê hikûmetê ve serlêdanên hevdîtinan tên astengkirin. Bi tu awayî em jê agahî nastînîn. Di kîjan rêbazên mirovahiyê de ev pêkûtî cih digirin? Em aşitiyê dixwazîn. Em naxwazin ku êdî kes bên kuştin. Girtîgeh bi ciwanên kurdan tijî kirîne. Ji Enqereyê heta Colemêrgê her roj girtîgeh tên avakirin. Ew hêza ku  didin şer  nadin aşitiyê. Bi girankirina tecrîdê re çi armanc dikin? Hemû hevserok û hevşaredarên me girtî ne. Her roj bi hezaran mirovan digrIN û bi girankirina tecrîDê aşitiyê dikujin.Em berdan û azadiya birêz Abdullah Ocalan dixwazîn. Deriyên Îmraliyê vekin. Em bi salan e dibêjîn aştî lê ew  guhê xwe ji vê daxwaza me re digirin.”
 
‘Çareserî Îmrali ye’ 
 
Hinar Çiçek jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku astengikirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ne çareserî ye û wiha berdewam kir;” Bi salan e li ser serê me zilmeke mezin heye. Êdî hêzên desthilatdar jî hîn bûn ku zilm ne çareserî ye. Bi  salane em tu agahiyan ji birêz Abdullah Ocalan nagirîn. Li ser navê çareseriyê tu gavên girîng nehatine avêtin. Em aştiyê dixwazin û ev mafê me ye. Astengikirina hevdîtinan çareserî nîne. Vekirina deriyên Îmraliyê ji bo aşitiyê gaveke herî girîng e. Divê DMME dev ji helwesta xwe ya durû berde. Tenê çareseriyek heye, ew jî Îmralî ye.”