'Perwerdeya bi zimanê dayikê têkoşîna li dijî pişaftinê ye'

  • 09:10 20 Cotmeh 2018
  • Rojane
Rojda Seyîd Xan-Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Zarokên Kurd ên ku li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê dayika xwe perwerdeyê dibînin îsal sala perwerdeyê ya nû pêşwazî dikin. Zarokên Kurd ên ku bi salan bi qirkirina çandî û bi pişaftinê rû bi rû mane li Rojavayê Kurdistanê niha bi kelecanek mezin sala nû ya perwerdeyê pêşwazî dikin. Mamosteyên ku li dibistana Qamişloyê perwerdeyê didin zarokan gotin:"Ji bo zarok ji çand, dîrok, huner, nasnameya xwe neyê dûrxistin divê bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin. Zarokên ku bi zimanê dayika xwe perwerdeyê dibîne hîn jixwebawer û jêhatî ne."
 
Bi salan li ser çar parçeyên Kurdistanê zarokên Kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hatin hiştin û bi bişaftinê rû bi rû man. Piştî Şoreşê li Rojavayê Kurdistanê zarokên Kurd êdî bi zimanê dayika xwe perwerdeyê dibînin. Gelek bajarên Kurdan ji bin desthilatdarî û zordestiya rejîma BAAS'ê hatin rizgarkirin û niha jiyanek hevpar û bêyî ku cudatî di nava gelan de bê jiyîn heye. Mamosteyên ku li dibistanan bi zimanê dayikê dersê didin gotin:"Dema ku zarok bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin xwe ji aliyê derûnî ve baştir hês dikin. Bêyî ku cudatî di navbera gelan keve hemû kes li vir bi zimanê xwe perwerde dibe. Perwerdeya bi zimanê dayikê têkoşîna li dijî pişaftinê ye."
 
'Beşa Jîneolojiyê li dersan hat zêdekirin'
 
Mamosteya Jineolojiyê ya Dibistana Keramê ya Taxa Bişêriyê ya Qamişloyê Emel Mihemed got:"Bi salan e ku zarokên gelê Kurd di bin siya desthilatdaran de bi pişaftin û êrîşa derûnî rû bi rû man. Lê mixabin ev yek li Bakur û li Rojhilatê Kurdistanê hîn jî didome. Niha li Qamişloyê ji ber ku ez bi zimanê Kurdî dersê didim û zarok jî ji ber ku bi zimane dayika xwe perwerdeyê dibînin ez gelek kêfxweş im. Îsal wekî ders me Jîneolojî jî li mufredata perwerdeyê zêde kir. Jineolojî ya ku rastî, zanistî û dîroka jinê derdixe holê gelek girîng e. Ev yek bandorek erênî li ser kesayeta xwendekaran jî çê dike. Di kesayeta wan de guhertinên erênî pêk tên. Ji bo zarokên me siberojek azad û aram bijîn wekî mamoste em di nava hewldanê de ne."
 
'Perwerdeya bi zimanê dayikê têkoşîna li dijî pişaftinê ye'
 
Mamosteya Dibistana Sîna Şêrîn Hasen jî anî ziman ku perwerdeya bi zimanê dayikê têkoşîna li dijî pişaftinê ye û wiha got:" Di 1'ê Cotmehê de Dibistana Sîna Şêrîn Hasen hat vekirin. Li vir bi zimanê Kurdî perwerde tê dayin. Ji bo perwerdeyek hîn baş dema ku hewce dike em pergala perwerdeyê diguherînin. Ji bo zarok ji zihniyeta baviksalarî rizgar bibin û pêş bikevin em dixebitin. Ji bo zarok ji çand, dîrok, huner, nasnameya xwe neyê dûrxistin divê bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin. Zarokên ku bi zimanê dayika xwe perwerdeyê dibîne hîn jixwebawer û jêhatî ne. Dema ku zarok bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin xwe ji aliyê derûnî ve baştir hês dikin. Bêyî ku cudatî di navbera gelan keve hemû kes li vir bi zimanê xwe perwerde dibe. Perwerdeya bi zimanê dayikê têkoşîna li dijî pişaftinê ye."