Yekem Keyaya jin a Dêrîkê:Heta azadiyê em ê berxwedan

  • 09:08 20 Cotmeh 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN – Keyaya jin a yekem a Dêrîkê Nebahat Durmaz ku ji peywirê hat girtin anî ziman ku ew bi awayê bêhiqûqî  û bêedaletî ji kar hatine durxistin. Nebahat diyar kir ku ew ê derbarê kesên ew ji kar dûrxistine de dozê vebike û bi lêv kir ew heta li karê xwe vegere ew ê dozê bişopîne. 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 15'ê Cotmehê de li 103 gund û 156 taxan bi giştî 259 keya ji peywirê girtin. Wezareta Karên Hundir di daxuyaniya ku derbarê mijarê de da diyar kir ku keyayên ji peywirê hatine girtin ji ber ku 'têkilya wan bi rêxistinên terorê re hene û li dijî ewlehiya netewetiya dewletê û Lijneya Ewlehiya Neteweyî xebat meşandine' ji peywirê hatine girtin. Ji van cihên ku keyayên wan ji durxistina peywirê para xwe girtin yek jê jî navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bû ku di nav de keyaya jin a gundê Talbeş Nebahat Durmaz jî heye bi giştî 9 keya ji peywirê hatin girtin
 
Keyaya gundê Talbeş yê girêdayî Dêrikê Nebahat Durmaz ku bertek nîşanî helwesta Wêzîrê Karên hundir da diyar kir ku ew bi hilbijartinê hatin ser kar û wiha got: "Em ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Tenê gel dikare me ji peywirê bigire. Ez tu carî vê neheqiyê qebûl nakim. Ez ê derbarê kesên ku em ji peywirê girtin de dozê vekim û vê dozê bişopînim. Ez 50 salî bûm dema ku ez ji bo keyatiyê bûm namzed. Ji ber ku jin her di bin êrîş û tundiye de bûn min xwest ku ez bibim dengê wan jinan. Ez jî yek ji wan im. Ez di 15 saliya xwe de bi darê zorê hatim zewicandin. 7 zarokên min hene. Hevjînê min zû jiyana xwe ji dest da. Ez di hemû karên zor û zahmet de xebitîm. Lê ji bo ku ez hêzê bidim jinan ez bûm namzed û piştî ku hatim hilbijartin min li gund dest bi keyatiyê kir. Bi karê xwe  min nîşanî hemû kesî da ku jin dikarin her karî bikin.”
 
'Ez bi karê xwe serbilind bûm'
 
Nebahat, diyar kir ku di dema hilbijartina keyayan de piraniya gund dengên xwe dane wê û wiha dirêjî da axafitina xwe: “Ez ji keyatiyê poşman nebûm û tu carî jî poşman nabim. Ji ber ku min peywira xwe bi cih anî û bûm dengê jinan.  Ji 81 keyayên li Dêrikê tenê ya jin ez im. Dema ku ez hatim hilbijartin hemû gundî kefxweş bûn û bi taybetî jî jin gelek kêfxweş bûn. Ez bi dengê wan hatim hilbijartin û heta ji destê min hat min xwest bibim dengê wan û peywira xwe baş bi cih bînim. Dema ez bûm keya li gundê me rê tune bû min rê çêkir, mala şînê jî tune bû min ew jî ava kir. Ez bi hemû pêdivî û karên gundiyan û bi taybetî jî bi jinan eleqedar bûm. Min nehîşt ku tu karekî min li erdê bibîne.”
 
'Ez bi gotinekê ji kar hatim dûrxistin'
 
Nebahat, di dirêjiya axaftina xwe de got ku agahiya wê jê tunebûye ku ji kar hatiye durxistin û ev tişt got: “Doh na pêr mihrîcana zeytunan li Dêrîkê hebû û em hemû keya tevlî vî mihrîcanê bûn. Walî û Qeymaqemê Dêrîkê jî tevlî vê mihrîcanê bûn. Piştre em vegeriyan malê û roja din serê sibehê telefon ji min re ji qeymeqamtiyê  hat û ji min re gotin tu heta Dêrîkê were û mohra xwe jî bi xwe re bîne. Min mohra xwe bi xwe re bir û ez çûm Dêrîkê. Ji min re gotin 'tu ji kar hatiyî dûrxistin. Em jî tu tiştî nizanin lê ji me re nivîs hatiye, heta ku em di derbarê we de lêkolîn dikin.’ Bila di derbarê me de lêkolînê bikin sûcê me ew e ku me ji gelê xwe re xizmet kiriye. Ez bi dengê gel hatim hilbijartin û bi gotina kesekî ji peywira xwe hatim dûrxistin.”
 
'Êrîş tu carî me bêzar nakin'
 
Nebahat, di dawiya axaftina xwe de got ku bi awayê bêhiqûqî ji ser peywira xwe hatine dûrxistin û wiha dawî li axafitina xwe anî:  “Min tu sûc nekiriye heta dawiyê ez ê lidijî vê bêhiqûiyê têbikoşim û li pey doza xwe bim. Gelek  balkêşe ku herî zêde êrîş li dijî jinan û xebatên jinan tên kirin. Ez li navçeyekê di nava 81 keyayan de tenê keyayek jin bûm û ez bi destê Wêzîrê Karên hundir ji peywira xwe hatim dûrxistin.  Lê bila baş bizanibin ku ew ê tu carî jin ji ber van êrîşan gavê neavêjin û wê me bêzar nekin. Heta azadiyê wê berxwedana me berdewam bike.”