'Em ê li dijî gefan serî netewînin'

  • 09:06 20 Cotmeh 2018
  • Rojane
Tolîn Muhemed-Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jinên Herêma Efrînê yên ku li Gundê Babinêsê yê Kantona Şehbayê dijîn diyar kirin ku gefên Dewleta Tirk wê tu caran bandora xirab li ser wan neke û gotin:"Em ê li dijî gefan serî netewînin. Em ê bi hêz û vîna xwe li dijî lîstikên qirêj bisekinin."
 
Derbarê gefên dewleta tirk ên li ser Şehbayê de jinên Efrînê anîn ziman ku ew tu carî dev ji axa xwe bernadin û wiha gotin:"Çi êrîş û gef dibe bila bibe em natirsin û dev ji axa xwe bernadin. Ji ber ku em li ser esasên fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin."
 
'Tu hêz nikare me ji ser axa me koç bike'
 
Munîra Reşo ya ji Gundê Gemrokê bi lêv kir ku ji ber ku ew Kurd in dewleta tirk êrîşî wan dike û wiha got:"Dewleta tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrîşî me dike lê em natirsin û em ê li ser axa xwe berxwedana xwe bidomînin. Çeteyên girêdayî dewleta tirk ên ku her dem mirovan direvînin, malên wan talan dikin û tecawiz û tacizê pêk tînin jî dê têk biçin."
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Fatma Xelîl anî ziman ku ew ê her parastina xwe ya cewherî bikin û wiha got:"Em dixwazin bi zimanê xwe û çanda xwe bijîn. Loma em parastina xwe ya cewherî dikin. Dewleta tirk a dagirker naxwaze ku gelê Kurd bi ziman, çand û nasnameya xwe ya azad bijî. Loma her dem êrîş dike. Lê gef û êrîş bandorek neyînî li ser me nake. Em ê dîsa têkoşîna xwe bidomînin.  
 
'Em ê li dijî gefan serî netewînin'
 
Nazê Ebdelo jî bal kişand ser qirkirin û talana li ser gelê Kurd û wiha got:"Bi salane ku dewleta tirk gelê Kurd bi qirkirina çand, siyaset û nasnameyê rû bi rû dihêle. Em ê li dijî gefan serî netewînin. Em ê bi hêz û vîna xwe li dijî lîstikên qirêj bisekinin. Dewleta tirk dixwaze ku hemû gelan ji hev qut bike. Lê em li vir wekî Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re di nava jiyanek wekhev de dijîn. Çi êrîş û gef dibe bila bibe em natirsin û dev ji axa xwe bernadin. Ji ber ku em li ser esasên fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin."