'Em ê dev ji riya rast a Rêber Apo bernedin'
- 09:03 20 Cotmeh 2018
- Rojane
Dîlber Mihemed
SERÊKANIYÊ - Endama PYD'ê Zehra Semo di derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku ew dev ji têkoşîna ji bo azadiyê û aştiyê bernadin û got:"Rizgariya ji şerê taybet û derûnî bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Loma em ê dev ji riya rast a Rêber Apo bernedin."
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Serêkaniyê ya Kantona Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê Zehra Semo derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de got:"Tecrîda giran a li ser Rêber Apo yek ji plan û lîstikên qirêj ên li ser gelê Kurd e. Lê em ê van plan û lîstikên qirêj vala derxin. Em ê destûrê nedin ku bê dubarekirin."
'Felsefeya Rêber Apo hebûna me ye'
Zehrayê bi lêv kir ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan yek ji parçeyê qirkirina li ser gelê Kurd e û got:"Ji bo gelê Kurd ji mafên xwe yên rewa bêpar bimînin û bê statu bên hiştin her cure lîstik û planên qirêj tên lîstin. Tecrîda giran a li ser Rêber Apo jî parçeyekî plan û lîstikên qirêj ên li ser gelê Kurd e. Li dijî vê feraseta faşîst em têkoşîna xwe didomînin û em dibêjin felsefeya Rêber Apo hebûna me ye."
'Em ê dev ji riya rast a Rêber Apo bernedin'
Zehrayê bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a bi vînek azad û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Gelê Kurd bi salane ku bi vînek azad li dijî feraseta faşîst û ezezok li berxwe daye. Di şexsê Rêber Apo de bi salane ku tê xwestin gelê Kurd bê statu bê hiştin û her zilm û êrîşên derûnî li ser gelê Kurd tên ferzkirin. Lê em tu carî li dijî vê ferasetê serî natewînin. Rizgariya ji şerê taybet û derûnî bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Loma em ê dev ji riya rast a Rêber Apo bernedin. Tecrîda giran a li ser Rêber Apo yek ji plan û lîstikên qirêj ên li ser gelê Kurd e. Lê em ê van plan û lîstikên qirêj vala derxin. Em ê destûrê nedin ku bê dubarekirin."