Kedkarên Firina Adarê: Em di xizmeta civakê de ne
- 09:01 20 Cotmeh 2018
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Kedkarên jin ên di Firina Adarê ya Dêrikê de dixebitin gotin:"Jin bi keda xwe xweşiktir û ciwantir dibin. Ji bo aboriyek xurt û civakek aram em dixebitin. Bi xebatê îradeya jinê xurtir dibe. Em pêşniyar dikin ku hemû jin bixebitin û di nava çar dîwaran de neyên hepiskirin."
Firina Adarê ji aliyê Komîteya Aboriyê ya Bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ve bi armanca geşkirina aboriyê ya jinê û civakê 2 sal berê hatibû vekirin. 4 jin di firinê de dixebitin. Kedkarên jin ên di Firina Adarê de dixebitin diyar kirin ku wan bi xebatên xwe nîşan dane ku jin dikarin bi vînek azad û xurt bixebitin û gotin:"Jin dema ku hewld bidin bêyî alîkariya tu kesan jî dikare li ser piyên xwe bisekine û debara xwe bike. Em wekî jin her di xizmeta civakê de ne."
Jina bi navê Nayila Hesen ku ev 2 sal in li Firina Adarê dixebite got:"Heta niha bi hemû enerjiya xwe em xebitîne. Da ku em ji civakê re xizmetek baş bike. Berî ku em li vir bixebitin jî me nan lê dixist. Lê niha em hemû li vir di warê çêkirina nên de bûne pispor. Mijara aboriyê mijarek girîng e. Divê em hemû jin û civak hewl bidin ku aboriya xwe her zindî bihêlin. Jin bi keda xwe xweşiktir û ciwantir dibin. Ji bo aboriyek xurt û civakek aram em dixebitin. Bi xebatê îradeya jinê xurtir dibe. Em pêşniyar dikin ku hemû jin bixebitin û di nava çar dîwaran de neyên hepiskirin."
'Em di xizmeta civakê de ne'
Jina bi navê Nedîma Yûsiv jî bal kişand ser destkeftiyên jinê yên ku bi keda wê hatiye bidestxistin û got:"Dema me ev firin vekir me gelek zehmetî kişand. Bi taybet jî di warê pêdekirina alavên ji bo çêkirina nên de pirsgirêk derket. Tevî hemû zehmetiyan me xwest ku em bala jinê û civakê bikişînin ser xebatkarên jin û bibin mînak. Jin bêyî hewcedariya tu kesî jî dikare xwe birêxistin bikin û li ser piyên xwe bisekinin. Destkeftiyên ku bi keda jinê hatiye bidestxistin gelek girîng e. Divê ji bo parastina destkefitiyên xwe em bibin yek."
Herî dawî Nedîmayê bang li hemû jinan kir û got ku jin dema ku hewld bidin bêyî alîkariya tu kesan jî dikare li ser piyên xwe bisekine û debara xwe bike. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina mafên xwe yên jiyanî her di nava tevgera xebatê de bin. Em wekî jin her di xizmeta civakê de ne.