ROJEVA 20'Ê COTMEHÊ
- 09:00 20 Cotmeh 2018
- Rojev
*Kedkarên jin ên di Firina Adarê ya Dêrikê de dixebitin gotin:"Jin bi keda xwe xweşiktir û ciwantir dibin. Ji bo aboriyek xurt û civakek aram em dixebitin. Bi xebatê îradeya jinê xurtir dibe. Em pêşniyar dikin ku hemû jin bixebitin û di nava çar dîwaran de neyên hepiskirin." DÎMEN HEYE
*Endama PYD'ê Zehra Semo di derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku ew dev ji têkoşîna ji bo azadiyê û aştiyê bernadin û got:"Rizgariya ji şerê taybet û derûnî bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Loma em ê dev ji riya rast a Rêber Apo bernedin."
*Jinên Herêma Efrînê yên ku li Gundê Babinêsê yê Kantona Şehbayê dijîn diyar kirin ku gefên Dewleta Tirk wê tu caran bandora xirab li ser wan neke û gotin:"Em ê li dijî gefan serî netewînin. Em ê bi hêz û vîna xwe li dijî lîstikên qirêj bisekinin."
*Zarokên Kurd ên ku li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê dayika xwe perwerdeyê dibînin îsal sala perwerdeyê ya nû pêşwazî dikin. Zarokên Kurd ên ku bi salan bi qirkirina çandî û bi pişaftinê rû bi rû mane li Rojavayê Kurdistanê niha bi kelecanek mezin sala nû ya perwerdeyê pêşwazî dikin. Mamosteyên ku li dibistana Qamişloyê perwerdeyê didin zarokan gotin:"Ji bo zarok ji çand, dîrok, huner, nasnameya xwe neyê dûrxistin divê bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin. Zarokên ku bi zimanê dayika xwe perwerdeyê dibîne hîn jixwebawer û jêhatî ne."
*Keyaya jin a yekem a Dêrîkê Nebahat Durmaz ku ji peywirê hat girtin anî ziman ku ew bi awayê bêhiqûqî û bêedaletî ji kar hatine durxistin. Nebahat diyar kir ku ew ê derbarê kesên ew ji kar dûrxistine de dozê vebike û bi lêv kir ew heta li karê xwe vegere ew ê dozê bişopîne. BI DÎMEN
*Tecrîta li ser Rebêre PKK’ê Abdullah Ocalan her roj girantir dibe. Heta niha ji aliyê parezerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve bi sedan serlêdan hatine kirin. Lê bi tu awayî ev serlêdan nayên qebûlkirin. Jinên Wanê ku bertek nîşanî girankirina tecrîtê dan xwestin ku demildest ev tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. BI DÎMEN
*Welatiyên li Stenbolê derbarê krîza aborî û betaliya zêde bûye de axivîn. Welatiyên ku xwestin kamera girtîbe an jî nexwestin navê xwe bidin wiha gotin: “Ez çi bêjim. Ez neaxivim. Ez biaxivim wê piştre min bigirim.”
*Aktîvîsta Kaos GL Seçîn Tuncel diyar kie ku ew dixwazin bi rêgeha wekheviyê tevlî rêveberiyên herêmî bibin lê, pergala tund a Tirkiyeyê li pêş vê asteng e û got divê li şaredariyan yekîneyên wekhev ên ku mirov dikarin nêrînên xwe jê re bêjin bên avakirin. DÎMEN HEYE
*Ji rêveberiya AYÇEP’ê Gonul Hastaoglu diyar kir ku li Aydinê JES rê li ber pirsgirêkên tenduristî û derdorê yên cidî vedikin û got ji ber vê êdî gel destûrê nade. Gonulê wiha got: “Li Dînarê li ser Parka Suçikan ji ber satnralên termîkê tên avakirin, me agahî girt ku wê av biherike bin erdê û Menderes jî wê ava wê ziwa bibe.”
*Bahar Karakaş Ulug a KESK’î diyar kir ku divê ji N.A. ya ku ji ber formaya wê ya dibistanê tunebû ji dibistana Navîn a Mesut Yilmaz a Baglarê hatiye derxistin û ji malbat wê lêborîn bê xwestin û wiha got: “Ji vê bûyerê desthilatdariya heyî û pergala perwerdeyê berpirs e. Daxwaza min ev e ku derbarê rêveberiya dibistanê de lêpirsîna cezayî bê destpêkirin.”
DÎMEN HEYE
*Jinên ku di Kampa Rojhilatê Minbicê de bi cîh bûne anîn ziman ku ew zivistanê di rewşeke xerab de pêşwazî dikin û pir pêwîstiyên wan hene û banga alîkariyê kirin.