Polîs hedê xwe derbas kir: Tu parlamentera kîjan gelî yî
- 14:34 19 Cotmeh 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Piştî daneşîna Doza Nisêbînê, malbatên ku xwestin ji ximên xwe yên li rîngê hatin siwarkirin re destê xwe bilind bikin û wan oxir bikin bi bertekên polîsna re rûbirû man. Polîs li dijî parlamenter Ebrû gunay jî bertek nîşan da û got tu parlamentera kîjan gelî yî?
Piştî Daneşîna 4'emîn a Doza Nisêbînê ku di dema qedexeya kolanan de 53 kesên hatin girtin jê tên darizandin, gengêşî derket. Piştî daneşînê ji bo ku girtiyan bibin girtîgehên lê dimînin li rîngan hatin siwarkirin. Di vê naberê de malbatan jî ji xizmên xwe re destê xwe rakirin û xwestin ku wan oxir bikin. Di nav xizmên girtiyan ên ku xizmên xwe oxir kirin de Parlamentera HDP'ê Ebrû Gunay jî hebû.
Li beşa ku malbat çûnê gelek polîs hatin bicihkirin. Polîsên ku ji oxirkirina malbatan aciz bûn parêzerê dozê Av Zuhat Bîlen ê ku piştî rîng bi rê ketin xwest derbasî aliyê din ê rê bibe û li wesayita xwe siwar bibe daf dan.
Di niqaşên ku hatin kirin de polîs carekedin Zuhat daf da û ev jî bû sedema bertekan. Polîsên ku piştre li doara Zuhat bûn xelek ew bi binçavkirinê tehîdît kirin.
Polîs hedê xwe derbas kir
Li ser vê gengêşiya ku derket Parlamentera HDP'ê ya Mêrdîn ê Ebru Gunay xwest ku mudaxele bike, lê polîsên mijara gotinê li djî Ebrû Gunay jî hedê xwe derbas kirin. Li gel ku Ebrû got ew parlamenter e jî polîsekî destê xwe bilind kir û got, "Tu wekîla kîjan gelî yî tu ne wekîla min î. Tu wekîla terorîstan î."
Herwiha rojnamevanên ku xwestin dîmen bikişînin jî dîsa ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Bûyer piştî ku amîrê polîsan gazî polîsan kir û ew birin avahiya SGK'ê ku doz lê hatibû dîtin bi dawî bû.