'Binpêkirina mafan a li Xarpêtê sîstmatîk e'
- 14:33 19 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Şaxa Komeleya Mafên Mrovan (ÎHD) ya Amedê der barê rewşa Girtîgeha Xarpêtê de rapor amade kir û diyar kir ku girtiyên siyasî ji ber fikra xwe ya polîtîk rastî astengiya dermankirin, ragihandinê û lêpirsîna dîsîplînê tên.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, rapora ku der barê rewşa Girtîgehên Hêjmar 1 û 2 yên Ewlehiya Bilind ên Xerpêtê de amade kirin, li avahiya komeleyê bi çapemeniyê re parve kirin. ÎHD'ê bi sernavê “Rapora Lêkolîn û Tespitan a Giertîgeha Xarpêtê" parve kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, diyar kir ku polîtîkayên ewlehiyê li ser hemû qadên jiyanê serdestiyê pêş dixe û wiha got: "Li Girtîgehan jî girtî rastî serdestiya hişk tên. Girtî ji ber sekna xwe ya polîtîk rastî pêkanînên taybet ên girtîgehê tên. Hem ji civakê tên îzolekirin û hem jî li girtîgehê rastî îşkenceya bi rêk û pêk tên. Girtî ji ber rastî zextên dermankirina bi kelepçe tên, nikarin ji mafê xwe yê dermankirinê sûdê bigirin.
Rapora piştî lêkolînê hat amadekerin Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Gurbet Yavuz bi çapemeniyê re parve kir.
Gurbetê, rapor parve kir û wiha got: "Heyeta me di lêkolînê de gihişt qeneheta ku girtî rastî îşkence û muameleya xerab hatine. Rastî gefan hatine. Di bin tecrid û izolâsyonê de tên girtin Mafê wan ê tenduristî, ragihandin, çandî û civakî tê asteng kirin. Dîsa mafê wan ê ragihandin û parvekirinê ji destê wan hatiye girtin. Heyeta me gihişt vê fikrê ku girtî ji ber fikrên xwe yên siyasî rastî binpêkirina mafan tên û ev mafê wan ên zagonî ji destê wan tên girttin. Pirtîkên ku nehatine qedexekirin û der barê wan de biryara komkirinê tune be jî dîsa nadin girtiyan. Îdareya girtîgehê bi awayekî keyfî tev digere. Mafê azadiya agahdariyê ji destê wan distîne. Girtî rastî cezayê dîsîplînê û lêpirsînê tên."
Binpêkirina mafan piştî OHAL'ê dewam kiriye
Gurbetê, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên tespît kirine û wiha dirêjî da raporê: "Heyeta me tespît kir ku binpêkirina mafan a beriya OHAL'ê, piştî OHAL'ê jî berdewam kiriye. Hem dozgeriya komarê ya Girtîgehê, hem jî rêveberiya girtîgehê tedbîr negirtine. Binpêkirin bi rêk u pêk berdewam dike. Yên mafan binpê dikin nayên cezakirin. Em bang li Komisyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiye û Wesareta Dadê dikin ku gavan bavêjin û em van pêşniyaran dikin:
“*Em berî her tiştî dixwazin ku rejîma înfazê ya Tirkiye li gorî polîtîka û peymanên navneteweyî tev bigerin.
*Em dixwazin rêveberiya girtîgehan dawî li îşkenceya li ser girtiyan bînin.
* Divê bi lez tecrîd û îzolasyona li ser girtiyan bi dawî bikin. Divê şertê jiyana mirovahî bê avakirin
.
* Divê mafê girtiyan ên tenduristiyê bê dayîn û astengiyên li pêş dermankirinê bên rakirin.
* Divê li Girtîgehên Hêjmar 1 -2 der barê personelên li dijî girtiyan tev li sûc bûne bên darizandin.
Divê ji bo heyetên serbixwe yên navneteweyî karibin li girtîgehê lêkolîna serbixwe amade bikin, divê hikûmet gavan bavêjin û derî li heyetan vekin. Em dîsa bang li Wezareta Dadê dikin ku erka xwe ya zagonî û li gorî peymanen navneteweyi pêk bîne."