Serlêdana parêzeran a ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin hat redkirin

  • 13:42 19 Cotmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, ji bo biçe Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.
 
Wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, ji bo biçe Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. 
 
Li aliyê din, ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Serbay Koklu û Muharrem Şahîn ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevditinê bikin cara 756’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serlêdana parêzeran hat redkirin.   
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘OHAL’ serlêdanên parêzeran red dike.