Li Minbicê yekemîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir
- 12:39 19 Cotmeh 2018
- Rojane
MINBIC - Li bajarê Minbicê yekemîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dirşûmeya "Şehîdên me çirûska azadiyê pêxistin û şopandina rêya wan misogeriya avakirina civaka demokratîk û azad e" destpê kir.
Endamên Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê, Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqa, Reqa û Meclisa Malbatê Şehîdan a herêma Cizîrê beşdarî konferansê bûn. konferans li Hola Meclisa Zagonsaz a Minbicê tê lidarxistin. Cihê konferansê bi wêneyên şehîdan hatiye xemilandin. Dîwana konferansê ji pênc kesan pêk hat. Axaftina vekirina konferansê ji milê Rêveberiyê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Bajarê Minbicê Cahid Hesen ve hat kirin û her wiha axaftin ji hêla rêveberiya xweser Sozan Hesen û meclisa Jin Iptîsam Ebd El-Qadir ve hatin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku ew ê rêya têkoşîna berxwedêran bên şopandin û ji bo jiyanek azad û serbixwe dê têkoşîna xwe mezin bikin.
Konferans bi rêzgirtinê destpê kir. Konferans bi axaftina didome.
Tê payîn Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û gundewarên wê were avakirin.