Şewqa ronahiya ku li Reqqayê da der
- 10:58 19 Cotmeh 2018
- Rojane
Berçem Cûdî
REQA - Di ser rizgarkirina Bajarê Reqqayê ya ji hovîtiya DAÎŞ'ê salek derbas bû. Niha li Reqqaya ku bi reng û hêza jinê hat rizgarkirin pergalek wekhev hatiye avakirin. Berfîn Azadî ya ku di nava hemleya rizgarkirina Reqqayê de cihê xwe girt anî ziman ku şewqa ronahiya ku li Reqqayê da der ji hêz û vîna jinê ye.
Bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) di 19’ê Cotmeha 2017’an de Reqayê ji DAÎŞ’ê rizgar kirin. Bi ser rizgarkirina Reqayê re salek derbas bû. Dema DAÎŞ'ê Reqayê dagir kiribû bi taybet jî li ser jinê koletî û zilm hatibû ferzkirin. Piştî ku Reqqa hat rizgarkirin şûnde jinan çarşefa reş a ku çeteyan li ser wan ferz kiribû ji xwe kirin û şewitandin. Jinên ku li Reqqayê ji zilma DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin ji eniya Şervanên YPJ'ê maç kirin. Wêne û dîmenên vê yekê di rûpelên dîrokê de cihekî taybet girt. Berfîn Azadî ya ku bi eslê xwe ji Reqqayê ye û di nava hemleya rizgarkirina Reqqayê de cihê xwe girt, got ku rizgarkirina Reqqayê ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo tevî cîhanê pêngavek dîrokî bû ev yek jî bi pêşengiya jinên Kurd ên leheng pêk hat.
'Li Reqqayê ji bo jinan jiyanek gelek dijwar dihat jiyîn'
Berfînê di destpêka axaftina xwe anî ziman ku berî ku Reqqa bê rizgarkirin gelek jiyanek dijwar ji bo jinan dihat jiyîn û wiha got:"Çeteyan bi rêya ola Îslamê li Reqqayê koledarî û zilm li ser jinê ferz dikir. Nedihiştin jin derkevin derkeve bi tena serê xwe tiştekî bikin û lixwekirina çarşefa reş li jinan ferz kiribûn. Jin her roj bi şiddeta derûnî, bi tecawiz, tacîz, zilmê rû bi rû diman. Li ser civakê zextên mezin hebûn lê herî zêde ev yek li ser jinê dihat kirin. Jinên ku li gor zagonên çeteyan tev negeriyan dihatin firotin û kuştin. Her wiha jin dihatin recimkirin jî. Her pêkanînên qirêj li ser jinê dihat ferzkirin."
'Min ev zilm qebûl nekir û ez beşdarî têkoşîna azadiyê bûm'
Berfînê bi lêv kir ku li dijî vê zilmê ew nikaribû bêdeng bima û ew beşdarî nava têkoşîna azadiyê bûye û wiha domand:"Min dixwest êdi ev zilma li ser jinan û civakê bi dawî bibe. Min ev zilm qebûl nekir û ez beşdarî têkoşîna azadiyê bûm. Dema ku ez beşdarî nava têkoşîna azadiyê bûm vîna min xurtir bû, ez bi hêztir bûm. Min soza rizgarkirina Reqqayê ya ji çeteyan dabû. Ji bo parastina mafên jinan û civakê, ji bo jiyanek aram, azad, wekhev min li berxwe da."
'Jinên Kurd bi rizgarkirina Reqqayê di dîrokê de deng vedan'
Berfînê bal kişand ser têkoşîna jina Kurd a ji bo rizgarkirina bajarê Reqqayê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku Reqqa bi pêşengiya jinên Kurd ên leheng rizgar bû, kenên li ser rûyê jinên ku ji zilma DAÎŞ'ê rizgar bûbûn, hêjayî dîtinê bû.
Rizgarikirina Reqqayê ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo tevî cîhanê pêngavek dîrokî bû ev yek jî bi pêşengiya jinên Kurd ên leheng pêk hat. Şewqa ronahiya ku li Reqqayê da der ji hêz û vîna jinê ye."