Lîseya Anadoluyê tê hilweşandin: Ji perwerda olî re zemîn tê amadekirin
- 09:21 19 Cotmeh 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Mamosteyên dibistana Lîseya Andolu ya Nacî Şen a li taxa kevn a Îzmîrê ye, bertek nîşanî hilweşandina dibistanê dan û got li dijî perwerdeya tevlihev, şer e û got: "Dixwazin civakek ne hişmend ava bikin û ji perwerdeya olî re zemînê ava bikin."
Lîseya Anadolu ya Nacî Şensoy a li Taxa Îzmîr a berê ya Karabaglar a Îzmîrê ye, wê bê hilweşandin û li şûna wê dibistanek di asta dibistana navîn de bê çêkirin. Bi hinceta ku li dijî erdhejê ne saxlem e, tê xwestin bê hilweşandin. Mamosteyan bertek nîşanî rewşê dan û bi armanca protesto bikin loqme belav kirin. Mamosteyan diyar kirin ku hejmara lîseyên ku perwerdeya tevlihev didin pir kêm in û got ji ber vê jî sûcên li dijî jin û zarokan jî wê zêde bibin.
Yek ji mamosteya dibistanê Mehtap Konaç bi lêv kir ku ji ber hawira zextê wê kesên bi tendurist negihêjin û wiha got: “Perwerdeya tevlihev di jimara hevnaskirina xwendekarên keç û kur de, di mijara parvekirina jiyana civakî de gelek girîng e.”
‘Ji perwerdeya olî re bingeh tê amadekirin’
Sevîla Demîr jî destnîşan kir ku hewldana rakirina perwerdeya tevlihev, tê wateya ku civakek ne bi hişmend bê avakirin û ya duyem jî dixwazin rolên civakî bidin rûniştandin. Sevîlay her wiha diyar kir ku ev wê jinan jî hepsê malê bike û bi vê re dixwazin ji perwerdeya olî re bingehê amade bikin.
Betul Koral jî daxuyakirin ku avahî saxlem e û bertek nîşanî hilweşandinê da û got ev biryar şerê li dijî perwerdeya tevlihev e.