Jinên penaber ên li cihê tune yên jiyanê ne

  • 09:18 19 Cotmeh 2018
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Aktîvîst Ozge Yelesel got penaberên jin ên li Tirkiyeyê rastî taciz, tecawiz û di temenê biçûk de zewicandinê tên û jinên li kampan dimînin jî di serî de pirsgirêka paqijiyê, pirsgirêkên pir cidî yê tevlîbûna jiyana civakî dijîn.
 
Li navçeya Karaburun a Îzmîrê di 10’ê cotmehê de keştiya ku penaber dibir, qulipî avê û piştî vê cenazeyê 8 kesî hat dîtin û 26 kes jî hîna windane. Li navçeya Menderes a Îzmîrê jî di 14’ê cotmehê de kamyona ku penaber dibir qulipî û 22 kes mirin û piranî jê zarok 13 heb birîndar bûn.
 
Li gorî daneyên fermî ji meha Tebaxa 2018’an heta niha li Tirkiyeyê 3 mîlyon û 522 hezar û 303 penaberên Sûriyeyê hene. Penaber rastî pirsgirêkên cur bi cur yên cidî tên. Jinên li kampan dimînin jî rastî êrîşên îstîsmara zayendî tên.
 
‘Ji sedî 80’ê li kampan najîn’
 
Aktîvîst Ozge Yelesel got ji ber pevçûnên ji Sûriyeyê gelek kesî neçar maye koçî Tirkiyeyê bike û wiha got: “Ewil her çiqas pir kes li kampan bi cih bibin jî, ji ber bêderfetiyan ji sedî 80’ê êdî li kampan najîn. Ji sedî 50 li herêma Başurê Rojhilat ji sedî 20 jî li Stenbolê û yên din jî li bajarên din dijîn. Ji ber vê jî pisrêkên starbûn, çand, tenduristî, perwerde, parastin û piştgiriya civakî tên jiyîn.”
 
Ozgeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku yek ji pisgirêkên herî zêde ku jinên penaber dijîn, binpêkirina mafan û şîdeta der barê zayendî de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşên wek tacîz, tecawiz û zewacê tên jiyîn. Jinên li navendên starbûnê dijîn jî pisgirêka paqijiyê dijîn. Di tevlîbûna jiyana civakî de jî pirsgirêkan dijîn. Ji ber ziman pirsgirêkan dijîn. Hinek jinên nexweş yên penaber rastî gotinên ‘wê nexweşiyê belav bikin’ tên. Kesên perwerdeya ziman digirin jî rastî pirsgirêkan tên. Jin û zarokên keç bi taybet li malê tên rûniştandin û zarokên keç tên zewicandin.”