Li Rojavayê Kurdistanê rêzdariya ji bo baweriyên cuda
- 09:01 19 Cotmeh 2018
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di bin sîwana rêzdariya ji bo baweriyên cuda, wekhevî û demokrasiyê jiyanek hat avakirin. Li Dêrika ku girêdayî Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye jî hemû kes bi baweriyên xwe yên cuda dijîn. Dêra Meryem El Edra ya ku Ermenî li wir bi awayekî azad îbadeta xwe dike jî mînaka rêzdariya li dijî baweriyên cuda ye.
Dêrika girêdayî Herêma Cizirî ya Rojavayê Kurdistanê ji gelek şaristanî, bawerî, neteweyî re malovanî kiriye. Xwedî dîrokek giranbiha ye. Yek ji van cihên dîrokî Dêra Meryem El Edra ye. Ev dêr berî 1400 salî ji aliyê gelê Mesîhî ve hatiye avakirin.
Hêz û baweriya jinê
Dêra Meryem El Edra bi kevirên reş hatiye avakirin. Tevî ku sal li ser avakirina vê dêrê derbas bûye dîsa jî li cihê xwe ye. Ev kevneşopiya dîrokî bi hêz û baweriya jinê ya Hz. Meryem watedartir dibe. Dema mirov dikeve hundur dêrê di destpêkê de pirtûka pîroz Încîl û sembola olî ya mesîhî "selîb" heye. Gelê mesîhî vê yekê wekî sembola aştiyê bi nav dikin.
Her netew diçin serdana dêrê
Ne tenê Ermenî Kurd û Ereb jî diçin serdana Dêra Meryem El Edrayê. Li gor baweriya ola Xiristaniyê mirovên ku nexweş bin dema ku tên vê derê Hz.Meryem destên xwe li serê wan datîne û baş dibin. Li gorî gotinan piştî fermana ermeniyan a 1915'an gelek Ermenî reviyane Dêrikê û xwe rizgar kirine.