Li Dêrikê keyaya yekem a jin ji peywirê hat girtin
- 15:50 18 Cotmeh 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Keyaya jin a yekem a Dêrikê Nebahat Durmaz ji peywirê hat girtin.
Li Dêrika Mêrdînê keyaya yekem a jin Nehabhat Durmaz a 55 salî jî di nav de 9 keya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin. 9 keyayên li Dêrikê gazî qeymeqamtiyê hatin kirin û ji wan re hat ragihandin ku ji aliyê Wezarta Karên Hundir ve ji peywirê hatine girtin û keyatiya wan paşve hatiye girtin. Di nav keyayên ku li Dêrikê ji peywirê hatin girtin keyaya jin Nebahat Durmaz jî heye.
Wezareta Karê Hundir di 15’ê cotmehê de bi giştî 259 keya ji peywîrê hain girtin. Hat ragihandin ku biryara girtina ji peywirê ya keyayan a Lijneya Ewlehiya Millî (MGK) de hatiye girtin.