Hiqûqnasên Mafê Mirovan daxuyanî ji raya giştî re dan

  • 15:09 18 Cotmeh 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirian tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hiqûqnasên Mafên Mirovan li Şehbayê daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyê de Hiqûqnasên Mafên Mirovan a Kantona Şehbayê û herêma Efrînê amade bûn. Daxyanî bi zimanê erebî ji aliyê Endama Meclîsa Giştî ya Bakur û Rojhilata Sûriyê Narîman El Hisên û bi zimanê kurdî ji aliyê Cîgira Hevseroka Meclîsa Gundê TelQirah Muhemed Ebdo ve li kampa "serdem"hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
"Dewleta tirk a dagirker siyaseta xwe ya dijmantiyê li ser gelê kurd dewam dike. Her wiha bi girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Dewleta AKP'ê bi hevkariya Dewletên Navnetewî dixwaze ku gelê demokrat ya ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatî girêdan dûr bixîne,ev bêdengiya Mafê mirovan a li ser îradeya gelê kurd sînora zagonan şikandiye ya herî dawî jî cezaya disîpilîn ya ku li ser Rêber Apo hatiye dayîn e. Em vê yekê şermezar dikin û em dibêjin ji bo jiyanek azad û serbixwe divê Rêber Apo azad bibe."