Rojnameyek Elewî: Dîvrîgî

  • 09:06 18 Cotmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Rojnameya Dîvrîgî ku pirsgirêkên herêmî û jiyanê digihîne xwendevanan, ev 14 sal e weşanê dike. Xwediya rojnameyê nivîskar Saadet Bayar bi lêv kir ku weşangerî pir zehmet e û bal kişand ser xwendina civakê.
 
Rojnameya Dîvrîgî ya 14 sal e li navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê nebza gel digire, tiştên li navçeyê tên jiyîn radigihîne. Rojname ji navçeyek ku ji sedî 90 serjimara wê Elewî ye dertê. Rojnameya Dîvrîgî, nebza gel digire û ji rojeva neteweyî jî dûr nakeve.
 
Pirsgirêkên navçeyê digire rojeva xwe
 
Xwediya Rojnameya Dîvrîgî nivîskar Saadet Bayar bi lêv kir ku weşangerî pir zehmet e û got xwendina civakê jî pir kêm e û wiha got: “Min û hevjînê xwe me bi hev re cihê rojnameyê vekir. Ket 14 saliya xwe. Em pirsgirêkên civakî tînin ziman. Pirsgirêkên Elewiyan tînin ziman. Em mijarên ji bo fêdeya Elewiyan tînin ziman. Li Stenbolê jî Ofîsa me heye. Hesabê çapemeniya civakî ya me jî heye. Nûçeyên me ji rojnameyên rojane re jî bûn manşet.”