'Tecrîd şerma herî mezin a mirovatiyê ye'

  • 09:04 18 Cotmeh 2018
  • Rojane
Ferîde Zada-Lîlav ELî
 
ŞEHBA - Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Xedîce El-Brahîm derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah de Ocalan nirxandinên girîng kir û got:"Tecrîd şerma herî mezin a mirovatiyê ye. Ji bo ev şerm bi dawî bibe divê demildest tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi dawî bibe."
 
Di derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Xedîce El-Brahîm got:"Dema ku mijar dibe Rêber Apo wê demê gotina mafên mirovan tenê li ser qaxizê dimîne. Ev pêkanîn dijhiqûqî ye. Divê demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê." 
 
'Hemû cureyên îşkenceyê li Rêber Apo tê kirin'
 
Xedîceyê got:"Ji ber ku kesên qaşo mafên mirovan diparêzin tenê berjwendiyên xwe difikin loma mijara tecrîdê jî paşguh dikin. Tenê dixwazin şer derkeve û ew jî çekên xwe bifiroşin. Ev bê edaletî ye. Hemû cureyên îşkenceyê li Rêber Apo tê kirin. Ew îrade û hêza bi milyonan mirovî ye. Divê li dijî vê îradeyê rêzdarî bê nîşandan û xalên ku di hiqûqê de cihê xwe digirin neyên binpêkirin."
 
'Bêdengiya DMME'yê û CPT'yê bi fikar e'
 
Xedîceyê da zanîn ku bêdengiya DMME'yê û CPT'ê êrikirina zilmê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Biryarên ku derbarê Rêber Apo de tê dayin siyasî ye ne rast e. Dema ku rewş wiha be ev neheqî li milyonan mirovan dibe. Êdi bawerî bi tu kesî mirov nikare bîne. Bêdengiya DMME'yê û CPT'yê bi fikar e û zagon di bin bandora hêzên nîjadperest de ne. Divê hemû kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin li dijî vê tecrîdê bisekinin. Tecrîd şerma herî mezin a mirovatiyê ye. Ji bo ev şerm bi dawî bibe divê demildest tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi dawî bibe. Dema ku mijar dibe Rêber Apo wê demê gotina mafên mirovan tenê li ser qaxizê dimîne. Ev pêkanîn dijhiqûqî ye. Divê demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê."