Êzidî di bin şerdên dijwar de dijîn
- 09:01 18 Cotmeh 2018
- Rojane
Nisrîn Hisên-Delîla Axîn
ŞENGAL - Jinên Şengalê yên ku di bin şerdên dijwar de debara xwe dikin û têkoşîna jiyanê didin gotin:"Em bi çandiniyê debara xwe dikin. Lê ji ber ku şer heye û ji ber ku derman em nikarin bikirin tiştên ku em diçînin gelek caran hişk dibin. Ev yek jî ji bo debara me dibe asteng."
Jinên li Gundê Qesirkê yên ku tevî zehmetiyên mezin hewl didin ku bi çandiyê debara xwe bikin behsa zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin kirin û gotin:"Ji ber ku her dem em bi şer û qirkirinê rû bi rû dimînin em niha jî êşa vê yekê dikşînin. Ev yek ji bo çandiniyê jî dibe asteng. Ji ber sedemên bi vî rengî û derfetên kêm em gelek caran nikarin çandiniyê bikin an jî dema ku em dikin em zirarê dibînin."
'Em tevî zordestiyan li berxwe didin'
Jina ji Gundê Qesirkê Fatê Bedel diyar kir ku ew di bin siya şer û derfetên kêm de hewl didin ku çandiyê bikin û debara xwe bikin. Fatê got:"Em dema ku diçin ser bostanên xwe em çandiyê dikin û em kedek mezin didin. Gelek caran toz li vir dibare û ji ber ku pere jî tune ye em derman bikirin gelek caran tiştên ku em diçînin hişk dibe. Em fêkiyên wekî balîcan, firingî, xiyar, bamî û şênkayê diçînin. Em tevî hemû zordestiyan li ber xwe didin. Em ji axa xwe hez dikin û em naxwazin axa xwe terk bikin. Em bang dikin ku hemû welatiyên ku Şengal terk kirine paşde vegerin li ser axa xwe."
'Em bi keda destên xwe li ser axa xwe li berxwe didin'
Jina bi navê Sêvê Osman jî da zanîn ku ew gelek ji xebatê hez dike û wiha got:"Em karê bostanê dikin lê ev kar gelek zehmet e. Gelek ked dixwaze. Em hem havîn hem jî zivistanê çandiyê dikin. Zivistanî rewş zehmettir dibe. Em bi vê yekê debara xwe dikin. Em bi keda destên xwe li ser axa xwe li berxwe didin. Em bi çandiniyê debara xwe dikin. Lê ji ber ku şer heye û ji ber ku derman em nikarin bikirin tiştên ku em diçînin gelek caran hişk dibin. Ev yek jî ji bo debara me dibe asteng. Ji ber ku her dem em bi şer û qirkirinê rû bi rû dimînin em niha jî êşa vê yekê dikşînin. Ev yek ji bo çandiniyê jî dibe asteng. Ji ber sedemên bi vî rengî û derfetên kêm em gelek caran nikarin çandiniyê bikin an jî dema ku em dikin em zirarê dibînin."