ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2018'AN
- 09:00 18 Cotmeh 2018
- Rojev
*Jinên Şengalê yên ku di bin şerdên dijwar de debara xwe dikin û têkoşîna jiyanê didin gotin:"Em bi çandiniyê debara xwe dikin. Lê ji ber ku şer heye û ji ber ku derman em nikarin bikirin tiştên ku em diçînin gelek caran hişk dibin. Ev yek jî ji bo debara me dibe asteng."
*Zaroka 15 salî û bi navê Xufiran Îbrahîm e û ji Gundê Eyn El-Ebd ê Til Temirê ye li dijî astengdariyê, bi alîkariya dayika xwe têdikoşe. Dayika Xufiranê, Şêxa Taha banga hestiyariyê kir û got ku pêdiviya wan bi piştevaniyê heye.
DÎMEN HEYE
*Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew ê her li dijî dagirkeriyê û binpêkirina mafên mirovan bisekinin û gotin:"Em ê serî netewînin û dagirker dê negihêjin armanca xwe."DÎMEN HEYE
*Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Xedîce El-Brahîm derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah de Ocalan nirxandinên girîng kir û got:"Tecrîd şerma herî mezin a mirovatiyê ye. Ji bo ev şerm bi dawî bibe divê demildest tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi dawî bibe."
*Li Warhega Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dayika bi navê Mîran Cindi ev 16 sal e ku arşiva rojnameya Rojev Mexmûr li gel xwe kom dike û bi heskirinek mezin qala rojnameya Rojev Mexmûr dike.
*Rojnameya Dîvrîgî ku pirsgirêkên herêmî û jiyanê digihîne xwendevanan, ev 14 sal e weşanê dike. Xwediya rojnameyê nivîskar Saadet Bayar bi lêv kir ku weşangerî pir zehmet e û bal kişand ser xwendina civakê.
*Dema Licê tê gotin ku gel û navçeyek ku tu car li dijî zilmê serî netewandiye tê hişê mirovan. Ji sala 1925’an heta niha li Licê zext, zilm û îşkence kêm nebûye û ev jî dibe sedema bertekên gundiyan a ‘Licê çi bi vê dewletê kiriye’?
* Zana Tolunay Yaman ku ji ber trans bû ji aliyê bavê xwe ve rastî êrîşa bi kêrê hat, bi sîwana keskesorê parastina xwe kir. Tolunay got: “Min got parastina cewherî rewa ye û min sîwan girt. Her darbê de min got ez azad bûme. Min hîs kir ku min tola hemû jinan, transan girtiye.” DÎMEN HEYE
*Canan Yuce ya di 3’emîn Kongreya SYKP’ê de hevseroka giştî hat hilbijartin, got li dijî dijminahiya desthilatdariyê wê rêxitinbûnê mezin bikin û got: “Di serdema faşîzmê de herî zêde jin hatin çewisandin. Lê jin li dijî vê li qadan bi awayekî xurt, rêxistinkirî û dînamîk wê li qadan bin.”
*Rojnameger Kîbriye Evren diyar kir ku ew jî wek hevpîşeyên xwe yên din ji ber faaliyetên pîşeyî girtiye û got rojnameger wijdanê civakê ne û ji ber vê jî hewl tê dayîn ku bên bêdengkirin. Kîbriyeyê daxuyakirin ku ger rojnameger bêdeng bimîne wê civak jî bêdeng bimîne û got wê tu car ji rastiyan tawîzê nedin.
*Parêzer Sena Gul diyar kir ku wê sererastkirinên nefeqeyê xebata derveyê qeydê zêde bike û wiha got: “Mêr ji bo vî pereyî nedin derveyê qeydê dixebitin. An jî piştî demekê efû dertê û tên rewşa ku vî pereyê nedin. Dema rewş wisa bi pirsgirêk be, sererastkirinên tên kirin jî wê mexduriyetê biafirînin. Ev rewş jî wê xebata derveyê qeydê zêde bike.”