Katî Pîrî çû serdana Başak Demirtaş
- 13:32 17 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Raportora Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyeyê Kati Pîrî, Hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demîrtaş ê li Tîpa F a Edîrneyê girtî, Başak Demirtaş ziyaret kir.
Heyeta Parlamentoya Ewropa ya Tirkiyeyê ji bo rapora sala 2018'an a der barê Tirkiye de amade bike, li gel Raportora PE ya Tirkiyeyê Katî Pîrî hatin Amedê. Heyetê li Amedê malbata Hevserokê giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş ziyaret kir. Katî Pîrî hevjîna Demîrtaş Başak Demirtaş li malê ziyaret kir. Li malê Başak Demirtaş û parêzerê Demirtaş Mahsuni Karaman heyet û Pîrî pêşwazî kir. Pîrî û Başak Demirtaş, ziyaret li ser medya civakî bi raya giştî re parve kirin. Katî Pîrî, di hesabê civakî de diyar kir ku ew dê ji bo Selehattîn Demîrtaş têkevin nava hewldanan û wiha got: “Em li mala Başak Demirtaş bi dilekî germ û samîmî hatin pêşwazîkirin. Me bi malbat û parêzerên ku li cem hev bûn civînek xweş pêk anî. Ji bo Parlamentoya Ewropa û DMME Demîrtaş serbest berdin em dê têkevin nava hewldanan."
Başak Demirtaş jî diyar kir ku ew ji ziyareta Raportora PE'ê Birêz Kati Pirî kêfxweş bûne û wiha got: "Ez hevî dikim ku di pêvajoya YE'ê de Tirkiye dê berê xwe bide demokratîkbûnê. Ez hevî dikim ku azadiya mafan û mafên mirovan pêş bikeve. Ez hevî dikim ku siyasetmedar, rojnameger, akademisyen û xwendekarên azadiya wan ji destê wan hatiye girtin bi lez bigêjin azadiya xwe. Ne sifr ji bo YE'ê ji bo xwe divê em demokrasiyê pêş bixin. Em ji ber ziyareta Katî Pirî spasiyên xwe dikin." Hat fêrbûn ku Pîrî xwestiye Selahattin Demirtaş li Edîrneyê ziyaret bike, lê destûr nehatye dayîn.
Li bendê ye ku Katî biçe Mêrdîn û bi Hevşaredarê Bajarê Mezin Ahmet Turk re jî hevdîtin bike.