Li bajarê Qamişloyê jinekê 5 zarok anî dinê

  • 13:08 17 Cotmeh 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Jina bi navê Hena Elî (22) ji carekê de 5 zarokên heft mehî anî dinê.
 
Hena Elî ya ku ji Taxa Hilêliyê ya Girêdayî Bajarê Qamîşloyê ye temenê wê 22 salî ye 5 zarok ên heft mehî anî dinê. Zarokên wê sê kur û du keç in. Beriya niha jî keçekê wê hebû. Hena bû dayika şeş zarokan.
 
Rewşa Henayê ya aborî gelek ne baş e û di xaniyê bi kirê de rûdinê, li derveyê hevjinê wê kesekê di malbatê de kar bike nîne. Henayê wiha hestên xwe anî ziman: "Dema ku ez du canî bûm, destpêkê du mehan de bijîjk ji min re got ku wê 3 zarokên te çê bibe, pîştî ku zarokên min bûn pênc mehî bijîjk vê carê jî got pênc in. Bijîjk got divê ku tu hinekê zarokan xwe kurtaj bikî, lê min nexwest ku ez zarokên xwe kurtaj bikin."
 
Henayê di dawiya axatina xwe de bang li hemu saziyên jin û tendirustiyê kir ku alikariya wan bikin û pêdiviyên zarokên wê peyde bikin.
 
Henayê di heft mehiya xwe de gelek zehmetiyên derûnî û cîldî kişandiye û her roj çûye gel bijîjk heta ku zarokên xwe aniye dinê.
 
Xwesiya Henayê ya bi navê Semîra Mihemed jî têkildarî mijarê axivî û wiha got: "Gelek saziyên Rojava û Heyva Sor a Kurd  alikariya me kirin. Beriya ku bûka min biwelîde gelekê zehmetî dîtiye, lê li berxwe da û zarokên xwe kurtaj nekir." 
 
Navê keçek xwe kir Barîn Kobanê
 
Ji ber ku bunya hanayê ranake zarokên wê heft mehî çê dibin. Navê keçikekê xwe kiriye Barîn Kobanê, navê kurekî wê jî bijîjk navê xwe lê kiriye û kiriye Salîm.