Ji Girtîgeha Jinan a Mêrdînê name: Dozên tên meşandin formalîte ne

  • 09:13 17 Cotmeh 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Girtiya bi navê Sîbel Akdenîz a ku di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Mêrdînê  de tê girtin name ji me re şand. Sîbel, di nameya xwe de diyar kir ku dozên tên meşandin bi tenê formalîte ne.  
 
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Mêrdînê  girtiya bi navê Sîbel Akdenîz a ku saleke di girtîgehê de ye ji ajansa me  re name şand. Sîbel, di nameya xwe de diyar kiriye ku ji ber xwestine bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştina doza bibe qebûl nekiriye. Sîbel, di nameya xwe de diyar kiriye ku dozên tên meşandin tenê formalî te ne.  
 
Sîbel, di nameya xwe de tîne ziman ku di rûniştina doza wê ya herî dawiyê ku di 26’ê Îlona 2018’an de hatiye dîtin de 8 sal û mehek ceza lê hatiye birîn û wiha dibêje: " Ez ê niha ji we re behsa dozên ku trajîk derbas dibin û behsa bê edaletbûnê bikim. Dosyaya ku ez tê darizandin bi tenê kongreya partiya siyasî û di televîzyonê de bi rêya telefonê axaftinên ku min kiriye wek delîl tên bikaranîn. Xeynî van tu delîl di destê wan de tune ye jî dîsa ceza dane min. Bi aliyekî ve jî em êdî fêrî vê rewşê bûne. Lê belê demeke doza min a ku li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a li Amedê tê dîtin, lê bi hinceta ez li Mêrdînê me bi SEGBÎS’ê xwestin tevlî bibim.  Min di hemû rûnişta dozan de daxwaz kir ku bi rêya SEGBÎS’ê tevlî dozan nebim û parastina xwe nakim. Heta niha min tu parastin ne kiriye.
 
‘Dozên ku tên meşandin bi tenê formalîte ne’
 
Herî dawî min xwest ku mutalaa bê amadekirin. Parastina ku min amade kiribû û min xwestibû bixwînim û parastina ku min amade kiribû li ser Gelê Kurd, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nekirin, mafê xwerêvebirina parastina rewabûnê bînim ziman bû. Lê heyetê bi SEGBÎS’ê xwest dengê min qut bike. Ji min re gotin ‘Ger tu parastina xwe bi vî hawî bikî em ê te guhdarî nekin û bi tenê gotina xwe kirin. Pêwîst bû ku ez tevlî dozê bibim, şûna wê doza min bi parêzeran re hate meşandin û di derbarê min de biryar girtin. Nêzîkatiya min a li hemberî vî tiştî yan beraat an jî ceza be jî di van şerd û mercan de biryarê wan guhdarî nekim bû. Di rûniştina dozê min SEGBÎS protesto kir û ez ji odeyê derketim. Lê ez difikirim ku bi darazan hatine diyarkirin, dozên ku tên meşandin bi tenê formalîte ne. Ez bawer dikim ku kurdên azad û ji fikrên welatekî azad bawer dikin wekî min bi van tiştan re rû bi rû dimînin. Serkeftinê ji we re dixwazim.”