Jin li Warê Mor e:Em li dijî serdestiya mêr bi hev re xurt dibin
- 09:08 17 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Jinên bi parastina cewherî derketine, li Warê Mor li dijî serdestiya mêr bi atolyeyên ku pêk tînin wê xwe xurt bikin.
Ji aliyê Tora Parastina Jinan ve di rojên borî de cihekî bi navê Warê Mor hat vekirin.Jinan got bi salan bû xeyalê vê dikirin û li Kadikoyê vekirine. Ji Tora Parastina Jinan Fulya Dagli diyar kir ev cih ji bo jinan e û got jin xwe li vir di ewlehiyê de hîs dikin, di alî têkoşîn û jiyanê de dibin xwedî tecrube û bi hev re parve dikin.
Fulyayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku wan xwestiye ku xeyalê avakirina jinayek azad bi rêgezên femînîst ava bikin û got: “Me hîna axaftinên vê dikirin em bi cih bûn jî. Piştre me got em çi bikin. MorFest a me di 2016’an de pêk anî îlham da me. Me wê demê jî atolyeyên cuda vekiribûn. Lijneyek me a ciwan ava bûbû. Me dît ku em bi xwe bawer in û berhemên xwe parve dikin.”
Wê atolyeyên cuda bên çêkirin
Fulyayê got lingekî vê torê jî wê atolyeyên nîqaşê bin û got: “Bêguman her kes li gorî xwe xwedî femînîzmekê ye. Em dikarin curebûnên xwe nîqaş bikin. Ji seramîkê bigire heta flamenkoyê gelek atolyeyên me hene. Atolyeyên reqsê ya beden û zayendê heye. Atolyeya berpirsyariya me ya di têkoşîna li dijî îstîsmarê de heye. Parastina cewherî ya femînîst ji bo me nokteyek pir girîng e. Em her yek di jiyana xwe de behsa hişmendiyek topyekun a li dijî serdestiya mêr dikin. Ev ne atolyeyek tevger û mudaxaleyek fîzîkî ye. Em Di vê atolyeyê de alavê nîqaş dikin. Têkiliya jinan li Warê Mor wê wekhev be. Ji ber vê li Warê Mor me ‘odeyek aydê xwe’ çê kiriye. Em dixwazin ku jin bên guhdar bikin, binivîsin û xêz bikin.”
Fulyayê balkişand ser nêzîkatiya AKP’ê ya li hemberî jinê jî û got: “AKP bi faşîzma xwe re li dijî jinê dijminiyê dike. Dest bi êrîşan kiriye. Ji van a herî mezin nefeqe ye. Di esasê de me dipa. AKP di 16 salan de karekterê xwe nîşanî me daye. Em li dijî êrîşan ne tenê ne. Hişmendiya me ya parastina cewherî ya femînîst heye. Em Tora Parastina Jinê di vê esasê de ava dikin.”
Ji Tora Parastina Jinan Gulçîn Polat jî got destpêkê Warê Mor ji bo wan xeyal bûye û ev pêk anîne û got: “Me zexta li ser xwe dizanibû. Me ji mêr, malbat û dewletê her tim zext didît. Ji bo azadbûna jinê em tiştek wisa fikirî. Armanca me ev e ku jin rêzdariya xweser qezenc bikin, hemû kes hêza xwe ferq bikin. Armanca me ya herî mezin ev e ku jin xwe li vir heyî bikin.
Ayşenur Guray jî balkişand ser atolyeyên parastina cewherî ya femînîst û got atolye ne tenê li ser feraseta fîzîkî ne û bi vê re jî şîdetê didin nasîn, çavkaniya şîdetê didin fêmkirin.