Tevî hemû zehmetiyan Şengalî li ber xwe didin
- 09:04 17 Cotmeh 2018
- Rojane
Nisrîn Hisên/ Delîla Axîn
ŞENGAL - Jînên piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ'î koçî Çiyayê Serdeştayê kirin anîn ziman ku rewşa wan ne baş e lê ew hewl didin ku li ser piyên xwe bimînin û gotin:"Li dijî dagirker û mêtingeran têkoşîna me ya jiyanê didome û ew ê heta dawî bidome."
Piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê bi hezaran Êzidî li Çiyayê Serdeşta yê Şengalê bi cih bûn. Bi hatina zivistanê rewşa Êzidiyên ku koçî Çiyayê Serdeşta kirin zehmettir dibe. Têkildarî mijarê jinên Êzidî gotin:"Çi dibe bila bibe em dev ji axa xwe bernadin û em ê heta dawî têbikoşin."
Jina bi navê Eyşan Reşo ku ev 4 sal in li Çiyayê Serdeştan di çadirê de dimîne wiha got:"Ji ber ku em di çadiran de dimînin em gelek zehmetiyan dikişînin. Havînî germ e zivistanê jî sar e. Ji ber ku zivistan nêz dibe dê rewşa me hîn zehmet bibe. Gelek caran ji ber germahiya zêde û sermaya zêde em nexweş ketine. Lê dîsa em li berxwe didin. Em naxwazin axa xwe terk bikin û biçin dereke din. Em li vir alîkariya hev dikin da ku li ser piyên xwe bisekinin."
'Jiyan û têkoşîn didome'
Besê Şeraf jî diyar kir ku ew li dijî hemû zehmetiyan têkoşînek mezin didin û wiha got:"Li çadirên ku em di nav de dijîn kevn bûne. Niha zivistan tê ev yek dê ji bo me hîn dijwar be. Pêdiviya me bi sobe, bi êzingan heye. Tevî ev zehmetî û kêmasiyên didome jî em li vir li berxwe didin û têkoşîna jiyanê didin. Jiyan û têkoşîn didome. Li dijî dagirker û mêtingeran têkoşîna me ya jiyanê didome û ew ê heta dawî bidome. Çi dibe bila bibe em dev ji axa xwe bernadin û em ê heta dawî têbikoşin."