ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2018'AN
- 09:00 17 Cotmeh 2018
- Rojev
*Jinên Efrînê yên ku li navçeya Tel Rifetê ya Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha gotin:"Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ya azad riya azadî û demokrasiyê vekir. Heta tecrîd bidome aştî pêk nayê." DÎMEN HEYE
*Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şebayê bi cih bûne diyar kirin ku ji bo ew vegerin Efrînê ew ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin û gotin:"Bi rihê têkoşîna Avesta Xabûr em ê Efrînê rizgar bikin." DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Radyoya Sewt El-Heyat Sozda Ehmed derbarê binçavkirin û girtina rojnamegerên li Tirkiyeyê û li Kurdistanê anî ziman ku ev helwestek dijhiqûqî ye û wiha got:"Dewleta tirk ji hêza jinên Rojnameger ditirsin. Rojnameger deng û rastiya civakê ye."
*Jînên piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ'î koçî Çiyayê Serdeştayê kirin anîn ziman ku rewşa wan ne baş e lê ew hewl didin ku li ser piyên xwe bimînin û gotin:"Li dijî dagirker û mêtingeran têkoşîna me ya jiyanê didome û ew ê heta dawî bidome." DÎMEN HEYE
*Girtiya bi navê Sîbel Akdenîz a ku di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Mêrdînê de tê girtin name ji me re şand. Sîbel, di nameya xwe de diyar kir ku dozên tên meşandin bi tenê formalîte ne. DÎMEN HEYE
* Seroka Konseya Bajar a Karabaglar Nazîk Işik diyar kir ku di rojeva jinên li herêman dixebitin de her tim rojeva welat heye û ji ber vê yekê jî bandorek neyînî çê dibe û got: “Ger di rojevê de mijarek girîng a wek demokrasiyê hebe wê demê mijara jinê tê çewisandin. Ji bo aştiyê xebatek hebe ji jinê tê xwestin ku bixebitin. Lê nayê payîn ku jin ji bo xwe bixebitin.” DÎMEN HEYE
*Şaredariya Bajarê Mezin, di sînorê AOÇ'ê de ku qada SÎT û dîrokî ye ji bo xebatên rê qirkirina daran pêk anî. Seroka Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Candan Karakuş diyar kir ku betonkirina AOÇ’ê ya ku kezeba Enqereyê ye, bajar bê vîzyon dike û got wê serlêdana sûc bikin.
*Jinên bi parastina cewherî derketine, li Warê Mor li dijî serdestiya mêr bi atolyeyên ku pêk tînin wê xwe xurt bikin. DÎMEN HEYE
* Parêzer Sanem Doganoglu got wek Tirkiyeyê endamên DAIŞ’ê li Ewropayê jî bi wayekî zelal nayên darizandin û piranî tên berdan, endamên DAIŞ’ê yên ji welatên din bi fikara ku ceza nagirin dixwazin li Tirkiyeyê bên darizandin.
Sanemê bi lêv kir ku dewlet ji van darizandinan direvin û divê ev darizandin di çarçoveya ‘sûcên li dijî mirovahiyê’ bên darizandin. DÎMEN HEYE
*Zaroka bi navê N.A ya diçe pola 5’emîn a dibistana Mesut Yilmaz a Baglar a Amedê ji ber formayê wê yê dibistanê tune bû, di nav xwendekaran de hat hişyarkirin û piştre şandin malê. Dayika N.A, Elîf A. bi lêv kir ku hevjînê wê betal e û wiha got: “Keça min di nav hevalên wê de biçûk hatiye xistin. Ji dibistanê hatiye derxistin, ev bêwijdaniyek çawa ye?” DÎMEN HEYE