Heyeta HDP'ê çû serdana Taxa Çemê Elîka
- 17:51 16 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Şandeyek ji rêveber û parlamenterên HDP’ê pêk tê, ji bo êrîş û zextên di dema qedexeya derketina derve de li ser gundiyan pêk hatin li cihê wê lêkolîn bike çû Taxa Çemê Elîka ya navçeya Lîcê.
Di 4’ê Cotmehê saet 06.00’an li 65 gund û gundikên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê, qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û operasyona leşkerî dest pê kiribû. Di operasyona li Taxa Çemê Elîka ya Lîcê de leşkeran, hefteyekê li ber deriyên malan nobet girtin û destûr nedan welatî ji malan derkevin derve. Leşkerên tax kiribûn ablûkê, gefa kuştinê li welatiyan xwaribûn û sewalên welatiyan bê êm hiştibûn.
Şandeyek ji parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogullari, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn û rêvberiyên partiyê pêk tên, ji bo lêkolînê çû Taxa Çemê Elîka û dê bi welatiyan hevdîtin bikin.