Raportora PE'yê Katî Pîrî HDP ziyaret kir
- 16:48 16 Cotmeh 2018
- Rojane
ENQERE - Raportora PE'yê Katî Pîrî HDP ziyaret kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku di demek zext li ser HDP’ê zêde bûne ev serdan girîng e û Pîrî jî got hebûna HDP’ê ya li Meclîsê wan kêfxweş dike.
Raportora Parlemntera Ewropa (PE) Katî Pîrî û heyeta pê re li Meclîsê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ziyaret kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen û Parlamentera HDP’ê ya Batmanê Feleknas Uca heyeta PE pêşwazîkirin.
Pervîn ji ber ziyaretê spasiya heyeta PE’yê kir û got: “Em ji ber ziyareta we gellek kêfxweş bûn. Bi taybetî di serdemek wiha ku zext li ser HDP’ê zêde bûne vê ziyareta hêja me kêfxweş kir û em gellek girîng dibînin.”
Pîrî jî bi boneya HDP’ê ew qebûlkirin li Pervîn spasiyê xwe kir û got: “Kengê em werin Tirkiyeyê partiyên muxalefetê ziyaret dikin. HDP’ê jî di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi ser ket û hebûna wê ya li Meclîsê me kêfxweş dike.”
Pişt re hevdîtinê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.