Polîsna jina ku girtin li peravê lêpirsîn kirin
- 14:23 16 Cotmeh 2018
- Rojane
WAN - Jina bi navê H.K. a li Wanê dijî, diyar kir ku du polîsên sîvîl ên ew kirin wesayîtekê, li şûna wê bibin Midûriyeta Polîsan birin ber peravên avê û li vê derê lêpirsîna wê kirin. H.K. a got tu ewlekariya canê wê tuneye, serî li ÎHD’ê da û li dozger serlêdana sûc kir.
Jina bi navê H.K. a li Wanê dijî, anî ziman ku 2 polîsên sîvîl ên ew di 13’ê Cotmehê de binçav kirin, li şûna wê bibin Midûriyeta Polîsan, birin ber peravên avê yên Artemêt û li vê derê di lêpirsînê re derbas kirin. H.K. a serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê da, dûre li dozger serlêdana sûc kir.
Di bedêla emniyetê de birin peravê
H.K. bûyera hat serê wê wiha vegot: “Di 13’ê Cotmehê de li kolaneke navçeya Rêya Armûşê 2 kes hatin gel min. Nasnameyên xwe yên polîsan nîşanî min kirin û ez binçav kirin. Dûre ez siwarî wesayîtekê sivîl kirim û gotin ‘emê te bibin Midûriyeta Polîsan.’ Çawan li wesayîtê siwar kirim, dest bi pirsan kirin. Dema em gehiştin ber peravên Artemêt wesayît rawestandin. Min ji wan re got ‘Ma hûn min nabin Midûriyeta Polîsan?’ Lê bêyî ku tiştekê bêjin, pirs ji min kirin. Dema em di wesayîtê de bûn, ji min re gotin ‘Em te nas dikin, gelo tu çima li vê derêyî? Ji bo tu birevî hatî vê derê?’ Min jî ji wan re got ‘Qedexeya min a derketina derveyî welat heye. Ez narevim cihek din.’ Dûre ez çardin li wesayîtê siwar kirim û ber bi navenda bajêr ve em ketin rê. Ji min re gotin ‘emê te bibin Midûriyeta Polîsan a Tûşba. Li wê derê cihên me yên taybet hene.’ Min cardin ji wan re got ‘An hûnê bi fermî lêpirsîna min bikin, an jî ezê Midûriyeta Polîsan tevlîhev bikim.’ Dûre li şûna min bibin Midûriyetê, ez li sûka bajêr berdam.”
Xwendekarên zanîngehê direvin
H.K. da zanîn ku polîsan ji wê nûmareya telefona wê xwestin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ligel ku min nûmareya xwe neda wan jî, polîsan peyam û nivîsên cûda ji min re şandin. Dema ez di wesayîtê de birim çîrokek ji min re vegotin. Ji vê çîrokê min fêm kir ku yek ji wan polîsan peyam şandiye. Ewlekariya canê min tuneye. Min serî li ÎHD’ê da. Li bajêr bûyerên wiha pir zêde bûne. Bi taybetî xwendekarên zanîngehê dirêvînin. Min li dozger jî serlêdana sûc kir.”