Li Enqereyê li dijî Malagel operasyon hat kirin

  • 10:10 16 Cotmeh 2018
  • Rojane
ENQERE - Operasyon li dijî 3 şaxên Malagel a li Enqereyê hat kirin û di encama operasyonê de 3 serokên şaxan hatin girtin. 
 
Li Enqereyê di saetên serê sibehê de li dijî Şaxên Malagel û serokên wan operasyon pêk hat. Di çarçoveya operasyonê de li malên serokên şaxan lêgerîn hat kirin. Piştî lêgerînê 3 serokên şaxan hatin girtin. 
 
Malagel derbarê operasyonê de wiha got:"Bi lêgerîna hatiye diyarkirin ku bêhiqûqî didome. Sedema vê lepirsînê ji ber nasnameya muhalîf a gel e. Hûn ê nikaribin dengê Malagel bibirin."